CivakPolîtîk

Barzani: Pêşmerge bi qehremaniya xwe efsaneya DAÎŞê şikand

Serokê Kurdistanê Mesud Barzani, ji bo prosesa azadkirina Musilê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê ragihand.Peyama Serokê  Kurdistanê ya ji bo gelên Kurdistanê Bi navê xwedayê mezin û dilovanHemwelatiyên xweşdiviyê KurdistanêLi van dû salên derbasbûyî da gelê Kurdistanê xweragir bû û Pêşmerge bi qehremaniya xwe efsaneya Da’îşê şikand. Niha şerê dijî terorîstan li qonaxekî yek alîker daye û hêzên Pêşmerge bi hemahengî li gel hêzên artêşa Iraqê beşdariya şerê azadkirina Musilê dike.Li vê operasyonê da Pêşmerge yekrêz û yekdeng bi bê cûdahiya hizbî û navçeyî beşdar dibê û erk û karê serbazî ya hemû aliyek hatiye diyar kirin. Hemû Pêşmergeyek kur û bira û azîzê minin û kesukar û bira û pişt û penaya hevdû ne. Daxwaz ji hemû aliyan û berpirsan û ragihandinan dikim cûdahî û gengeşeya hizbî nexin nav rêzên Pêşmerge. Pêşmerge, Pêşmergeyê hemû Kurdistane û serkeftina Pêşmerge serkeftina hemû Kurdistaniyeke.Di dema birêveçûna operasyona azadkirina Musilê her kes yan berpirseke serbazî, ser bi her aliyek bê eger dûrî giyanê niştîmanî û Pêşmergayetî bê û hizbiyane tevbigerê, pêwîste Wezareta Pêşmerge kirdarê li gel da bike û li bereyên şer dûr bixe. Kanal û dezgehên ragihandinê jî ser bi her aliyek bin eger li belavkirina nûçeyên şer de li şûna xizmetkirina Kurdistanê û Pêşmerge bikevin nava gengeşeyên hizbî wê demê divê ji bereyên şer bêne dûr xistin û rûbirûyê yasa dibin.ji xwedayê mezin hêvîdarim ku Pêşmerge li vê cengê da serkeftî bê û daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim wekî hemû carê piştevanê Pêşmerge bin. Mesûd Barzanî16.10.2016

Back to top button