Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê Karko Karnêlos û şanda ligel wî kir û amaje bi wê yekê kir ku “Heger hêzên beşdarbûyî di operasyonaazadkirinaDi civînê de ku, Konsulê Îtalya li Hewlêrê amade bû, dawî rewşa siyasî û leşkerî ya navçeyê û metirsî û nakokiyên derbarê operasyona azadkirina Mûsilê hene û qonaxa piştî azadkirina Mûsilê û pêdawîstiyên leşkerî û hemahingiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê hatin gotûbêjkirin.Herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku, divê hemû pirsgirêk, ji bo parastina seqamgîrî û aramiya navçeyê bi gotûbêjan wereinçareserkirin.Mesrûr Barzanî tekez kir ku, divê hemû hesasiyet û xalên hestiyar berbiçav werin girtin û werin çareserkirin, jiber heger ev hêzên beşdar di şerê Mûsilê de neyên kontirolkirin, dibe ku şerekî taifî mezin derkeve holê.Ji aliyê xwe ve Marko Karnêlos behsa rola Hêzên Pêşmerge kir û tekez kir ku, welatê wî dê berdewam be li ser alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge.Di dawiya hevdîtinê de, Balyozê Îtalya diyariyek simbolîk pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û tekezî li ser bihêzbûna pêwendiyên herdu aliyan kir.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025