
Baskê Navenda Biryarê li nav Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku her du cîgirên Celal Talebanî (Kosret Resûl û Berhem Salih) seroaktiyê dikin, li dijî civîna Hêro Îbrahî Ehmed ya digel Tevgera Goranê daxuyaniyek weşand û tê de diyar dikin ku her biryareka di wê civînê de hatibe dan temsîla isyaseta resmiya YNKê nake û baskê Navenda Biryarê wan biryaran bi cî nake.Weke tê zanîn roja yekşemiyî 02.10.2016ê li bajarê Silêmaniyê beşek ji polîtbûroya YNKê bi serokatiya Hêro Îbrahîm Ehmed digel Tevgera Goranê civiya û rweşa herêm gotûbê kir û piştî civînê her du aliyan bi daxuyaniyekê naveroka civîna xwe ragehand. Lê li hember wê yelê baskê Navenda Biryarê bi daxuyaniyek ragenad ku biryarên wê civînê temsîla YNKê nakin.


