Cîhan
Amerika û Rusaya li hevkir
Wezîrê derve yê Amerika John Kerry û wezîrê derve yê Rusya Sergey Lavrov doh li Cenevê hatin bahev û pirsa agirbestekî li Suriye gotubêj kirin.Biryar dan ku li Suriye agirbestekê ji bo 7 roja ragihînin. Piştî hevdîtinên 12 demjimêrî , Keryy da xuyakirin ku wan ji bo kêmkirina şîdetê li Suriye, li gel Rusya li hev kirine.Herweha Keryy got: 12ê Îlonê bi destpêka cejna qurbanê agirbest destpê dike û ev dikare bigihe asta agirbestekî berdewamî jî.Keryy dibêje: Rejima Suriye êrîşê nabê li ser herêmên di destê opozisyona Suri de. Lê divê hêzên opozisyonê jî xwe ji El Nusra û DAÎŞê dûr bêxin.Di vê derbarê de Lavrov jî got: Plana ku me li ser hev kirî pêşkêşî hukumeta Suriye hatiye kirin. Ew jî vê qebul dikin.