Cîhan

Hindistanê konsuluxxana xwe li Hewlêr vekir

Dewleta Hindîstanê konsolxaneya xwe ya giştî li Kurdistanê vekir. Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa da xuyakirin ku bi vekirina konsulusxaneya Giştî ya Hindistanê gelekî dilxweşin. Mistefa dibêje: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêfxweşe, Mîglanî wek konsolê giştî yê Hindîstane, li paytexta Kurdistanê Hewlêrê destbi kar kiriye, ku îro 16.08.2016ê wek konsolê giştî yê welatê xwe li Hewlêrê destbi kar kir. Herçend hikûmeta Iraqê astengiyan ji aliyê dîplomasî û peyvendiyên navnetewî de ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ava dike jî, naha 19 konsolxaneyên welatên cîhanê li Herêma Kurdistanê hene û li gel 18 konsolxaneyên fexrî û bûroyên peyvendiyên welatan û rêxsitinên cîhanî li Herêma Kurdistanê ne. 

Back to top button