Hat ragihandin ku hêz û kesatiyên Ereb ên Sunnî yên Kerkûkê daxwaza hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kirin û hevdîtinê de bangî Barzanî bikin ku ew ereban ji destê DAIŞê rizgar bike.
Hate diyarkirin ku di encama kongreyê de eşîr û kesatiyên navdar ên erebên sunnî yên Kerkûkê dan xuyakirin, ku ew dixwazin bi Serokê Herêma Kurdistanê re bicivin û hin gilî û daxwazên xwe bigihînin Barzanî.DAIŞ ROJÊ BI DEHAN KESAN DIKUJESerokê eşîra Niêm, Şêx Omer Niêmî ragihand ku DAIŞê malbatan direvîne û rojê bi dehan kesan li Hewîceyê dikuje. Niêmî diyar kir ku êdî jiyan li herêmê nemaye û her ku diçe rewş xerabtir dibe.Niêmî daxuyakirin wê bi rêya kongreyê daxwaza alîkariya rizgarkirina herêma Hewiceyê ji Hikumetên Kurd û Iraqê bikin. Herwiha Erebên Sunnî bo bidawîkirina nakokiyên navbera xwe û bi taybet nakokiyên navbera serokên eşîran, komîteyek hevbeş jî ava kirin.Li gorî biryara kongreya duyem a erebên sunnî, komîteya hevbeş a ereban dê biçe Hewlêrê û Kerbelayê û Kurdistanê û wan ji biryara xwe ya derbarê razîbûna beşdarbûna Hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî di şerê kontrolkirina Hewîceyê de agahdar bikin.BILA KURD DI RIZGARKIRINA HEWÎCEYÊ DE ALÎ ME BIKINKomîteya erebên sunnî yên Kerkûkê herwiha dê daxwaz ji rayedarên Kurd û Şîe bike, ku di kontrolkirina navçeya Hewîceyê û derxistina DAIŞê de alîkariyê bidin wan.Di kongreya duyem a erebên sunnî li Kerkûkê de hat ragihandin, ku di heyama 6 mehan de 30 hezar malbatên Hewîceyê aware bûne û hatine nav bajarê Kerkûkê.SputnikNews