Li eniya şer li sînorê devera Zumarê bêhêviyek di nava DAIŞê de çêbûye û terorîstên biyanî ji nava refên DAIŞê direvin û beşek ji wan jî dixwazin xwe radestî Hêzên Pêşmerge bikin.Berpirsê PDKê li navçeya Zumarê dibêje:Moralê DAIŞê rûxa ye û dilê çekdarên wan sar bûye, bi taybetî çekdarên biyanî direvin ber bi Sûriyê ve û hin ji wan dixwazin xwe radestî Hêzên Pêşmerge bikin, ji ber ku dizanin dawiya wan hatiye.”Xelo berdawamiya daxuyaniya xwe de dibêje Di van çend rojan de dûberekî ket navbera çekdarên DAIŞê de û çer di navbera wan de derket û hev kuştin. Yên li navçeyê mane xelkê deverê ne û dizanin ku ti rêyeke din ji wan re nemaye lewma bergiriyê li xwe dikin.”
Pêş
10/06/2025
Romanek nû: Reşoyê Silo û Zeynê
04/06/2025
Şerê Dawî yê General
Têkildar
Balkêş e ?
Close