Endamekî CIA yê berê û siyasetmedarê Amerikî Bruce Riedel, li gel rojnama erebi ya Şark El Ewsat hevpeyvînî çêkir.Bruce Riedel didê xuyakirin ku vê carê wê xerîta Rojhilata Navin ji aliyê Amerika û Rusya ve bête guhertin.Riedel dibêje, du tiştên mezin çedibin , Iraq ji aliyê Amerika û Britanya ve tê dagirkirin û Bahara Erebi bi temamî dişke.Herweha Bruce Riedel dibêje Libya û Suriye parçe dibe dibin çend dewletên kiçik.Riedel bahsa Iraqê jî dike û dibêje , dê Bakurê Iraqê ji Iraqê veqete.Eger Hewlêr ji Iraqê cuda bibe Bexda dikare li ser beşê din yê Iraqê bandora xwe bi hêztir bike.Dawiyê de Bruce Riedel dibêje: Kurd di nava sinorên Iraqê de namine. Cudabûn mafê wane û kes nikarê ji bo vê yekê jî qazinda ji Kurdan bike.
Pêş
03/07/2025
Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin
03/07/2025
Karasu: Di nava dewletê de aliyek heye ku dixwaze pêvajoyê têk bide
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!02/07/2025