Civak

Silêmanî bûye nawenda jiyana şevê

Jiyana şevê li paytextê Iraqê li Bexdayê nemaye. Ji ber ku li Bexdayê  piraniya cihên keyf û şevbiwerka bi awayekî ji aliyê hukumetê ve hatiye qedexe kirin, xelk nikarin derkevin derve û keyfê bikin. Jiyana şevbiwerka li Bexdayê miriye.

Ji b vê yekê gelek kesên di v sektorê de kar dikin berê xwe dane bajarê Kurdistana Başûr Silêmaniyê. Gelek cihên keyf û şevbiwêrkan li Silêmaniyê hatine vekirin û xelk berê xwe didin van cihan. Jiyana şevê li Silêmaniyê gelek berfireh bûye.

Gelek kesên olî û taybetî melayên mizgeftan ji vê rewşê ne rihetin û hinek ji melan di xutbên xwe de dijê pêşketina jiyana şevê axavtina dikin û ne razîbûna xwe li himber vê rewşê didin diyar kirin.

Back to top button