Bipêşxistina zanistiyê
BIPÊŞXISTINA ZANISTIYÊJI ALIYÊ ZANISTMENDÊN KURD VE Bipêşxistina zanistiyê ji aliyê zanistvanên kurd ve, bêguman pir hatiye kirin. Ji ber ku xwezayaKurdistanê, ji berê û pêş ve xwezayeke wisan geş û xweş bûye ku hertim zanist û şaxên wê tê de geşbûne û berepêş çûne. Tê dîtin ku di kûrahiya dîrokê de herdem zanistvan ji nava kurdan derketine û digelek waran de zanistê bi pêş ve birine. Di van demên dawiyê de sosyologê faris Elî Şerîetî (1933-1977) li ser xebata zanayên kurdrawestiyaye û gotiye:“Şaristaniya Yewnanê koka xwe digehîne zanayên kurdî.[1]” Ji dema kurdên Gutî û Împeratoriya Medê heta dema Îslamiyetê jî, zanistvanên mezin ji kurdanrabûne, xasma jî di Serdema Zêrîn a Îslamê de pir têne dîtin. Muzîkologê bi navûdeng Ziryab (789-857) têla 5an li ûdê zêde kiriye û yekem car bi pirtikekî êlo liûdê daye. Wî tesîreke mezin li muzîka herêmê kiriye û weke damezrênerê kevneşopiya muzîkaEndulusî tê nasîn.[2] Dînewerî, (z. 815 – m. 896) di Sedsala 9an de li ser astronomiyê, girtina berê rojê, meteorolojî,lajwerd, riweknasî, erdnîgarî, matematîk, dîrok û di gelek şaxên zanistê de pirtûk nivisine. Pirtûka wîya herî navdar Kitab-un Nebat e li ser Riweknasîyê ye û 8 cîld in, ji ber wî yekê weke “Bavêriweknasiyê” tê nasîn. Pirtûka wî ya yek jî “Kitab-ul Qîble we-z Zewal” (Pirtûka Pozîzyona Stêrkan) e ku ji bo astronomiyêpir girîng e.Dînewerî xwediyê çavdêrîya astronomiyê bûye ku ew çavdêrîya wî, nêzî dused sal hatiye xebitandinû piştî êrişên Moxolan hatiye xirabkirin.[3] Lêkolînerê Alman Bruno Silberberg ji bo Dînewerî dibêje: “Piştî lêkolînên hezar salî, bêhtir ji pirtûkên Dîscoridesû Teofrastos yên Grekan sûd dihate wergirtin.Lê di vê mijarê de berhema Dînewerî ji aliyê agahî û naverokê ve berfirehtir e. Dînewerî ne tenêaliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, xwarinê û hemû taybetmendiyên din jî tarîf dike.Hemûyan tasnîf dike û şert û mercên lê şîn dibin û digihin tarîf dike. Berhema Dînewerî ji berhemênDioscorides û Teofrastos yên yewnan ku wan jî li ser nebatan nivîsaniye berfinehtir e.” Fîlozofê navdar yê Rojhilata Kurdistanê yek jî Îbn Quteybe ye di navbera salên 828-885an de jiyayebixwe perwerdehiyeke baş dîtiye û zanayekî îslamî yê girîng e, di gelek şaxên zanistiyê de pisporbûye, li ser hedîsên Mihemed, tefsîra Qur’anê, dîrok û fîlolojiyê gellekî berhemên giring nivîsine.[4] Îbn Fedlan gerok û niviskarekî Sedsala 10an e, Berhema wî ya giring Kitab-il Malik Seqalîb e. ÎbnFedlan di vê pirtûka xwe de behsa welatên ku li wan geriyaye hemî di berhema xwe de nivîsiye. Şihabedînê Suhrewerdî (z. 1155 – m. 1191) damezrênerê Îşraqîtîyê ye, felsefeya Rojhilata Navîn yaÎslamê de, fîlozofê herî bandordar e. Bi fikr û ramanên xwe rê li pêş piraniya fîlozofên misilman ûgelek fîlozofên Ewropayî vekiriye.[5] Felsefevan Amîdî (z. 1156 – m. 1233) bi xwe ji bajarê Amedê ye ji ber wê yekê Amîdî têye naskirinlê perwerdehiya xwe bi pirranî li derve cîhên weke Bexda û Şamê girtiye, li ser felsefê, mentiq ûfiqihê nêzikî bîst pirtûk nivîsine, bi taybetî li ser felsefeyê mentiq kolaye.[6] Dîsa ji Amedê Îbn-ul Ezraq (z. 1116 – m. 1176) ku ji Farqînê bû, pirtûkek bi navê Tarîxî Meyafarqin(Dîroka Meyafarqîn) bi zimanê erebî dinivîse û tê de behsa Dîroka Farqînê û dîroka dewletên kurdankiriye. Fizîkvanê navdar Îsmaîlê Cizîrî bingeha zanistiya Robot û Sîbernetîkê, di Sedsala 12an de avêtiye. ElCizîrî pirtûkek bi navê Kîtab-ul Hîyel (Pirtûka Huneran) nivîsiye û tê de digel nîgaran, behsa çêkirina50 amûrên mekanîkê jî kiriye. Herçiqas pirtûka wî ya orjînal xwe negihandibe dema me ya niha jî, lêkopyaya 15 ji wan, xwe gehandine roja me, deh ji wan berhemên wî, di mûzeyên Ewropayê de, 5 jî dimûzeyên Tirkiye de li Stenbolê di mûzeya Suleymaniye û Topkapıyê de ne.[7] Pirtûka El Cizîrî ji şeşbeşan pêk tê.- Di beşa pêşîn de deh tarîfên cuda yên di derbarê çêkirina saetên avê de hene.- Di beşa duyem de derbarê çêkirina hin firaqan deh tarîfên cuda hene.- Di beşa sêyem de ji bo çêkirina misîn û amûrên destnimêjê û tasan, deh tarîfên cuda hene.- Di beşa çarem de di derbarê çêkirina hewz, fiskiye û çêkirina otomatên muzîkê de deh tarîf hene.- Di beşa pêncem de pênc tarîfên di derbarê amûrên ku ava çalên ne gelek kûr û agahiyên avazêdekirina çemekî de hene.- Di beşa şeşem de pênc tarîfên derbarê şiklên ku naşibin hev û agahiyên çêkirinan hene.Bi kurtasî di pirtûka wî de agahiyên di derbarê saeta avê, aman û avhilavêjên xwekar û otomatîk,amûrên avdana ji robar û cokan, amûrên lêdan û jenîna xwekar û otomatîk a bilûrê de hene. Ji Malbata Îbnul Esîr ku bi xwe ji Cizîrê bûye (Mecdedîn, Elî û Diyadîn) sê bira hersê jî nivîskarênserdema navîn yên Îslamê bûne. Ji wan birayan yên navdar Elî ibn-ul Esîr e ku bi berhema xwe ya binavê “El Kamîl Fî Tarîx” tê naskirin. Elî wê pirtûka xwe di navbera salên 1230-1231ê li bajarêMûsilê nivîsiye.[8] Îbnu Xelikan (z. 1211 – m. 1282) dîrokzan û nivîskarê bîyografîyê ye li pê xwe pirtûka xwe ya bi navêMirina Zadegan ku tê de qala jiyana 865 kesan dike hîştiye[9] Di sedsala 13an de Fexredînê Exlatî li bajarê Bedlîsê ji bo astronomiyê resetxaneyekî ava kiriye.Ronahiya ku ji kulekan dertê li gorî wî seat tesbît kiriye. Exlatî, xebatên xwe yên li ser astronomiyêbi zanyarê faris bi Nesîredînê Tûsî re kiriye. Sefiyedînê Ûrmewî (z. 1216- m. 1294) Mûzîkolog û bestekarê navdar ji bajarê Ûrmiyeyê ye, muzîkabi navê “Nuzhe” afirandiye, Berhemên wî yên girîng Risalet-ş-Şerefiyye fi-n Nisabi-t Telifiye ûKitab-ul Edwar e. Şemsedînê Şehrezorî li ser felsefe, dîrok û tibê, xebitiye û felsefeya Şihabedînê Suhrewerdî yaîşraqîtiyê berdewam kiriye li pê xwe pênc berhem hîştiye. Ebûlfida fermandarê Dewleta Eyûbiyan bû li ser xweza, dîrok û astronomiyê xebat kiriye. KrateraEbûlfida ya li ser heyvê bi navê Ebûlfida ve hatiye binavkirin. Du berhemên wî yên giring hene, yekMuxtasarû Tarixîl Beşer a dîrokê ye û ya din jî Teqwîm-ul Buldan e ku ji 28 beşan pêk tê û li sererdnîgarîyê ye. Nivîskar û dîrokzanê Fransî Carra de Vaux (z. 1867 – m. 1953), Ji bo Ebûlfida dibêje;“Ew bi fermandariya xwe û bi biriqandina pênûsa xwe, hêza şûran di binê sîya pênusê de hiştiye.” Hunermend Mehmûd Kurdî, di Sedsala 15an de jîyaye û gelek berhemên girîng ên cuda afirandiye,ew berhemên wî niha li gelek welatan bi piranîli Ewropayê têne dîtin. Hemî berhemên wî bi kurdîtîtêne naskirin. Di sedsala 17an de jî Ehmedê Xanî li ser erdnîgarî û astronomîyê pirtûkek bi zimanê kurdî bi navêErdê Xweda dinivîse û tê de behsa Gerstêrkan dike. Lê mixabin ku ev berhema Xanî vê gavê xwenegihandiye dema me.[10] Ebdurehman Kurdî (? – m. 1655) li ser matematîk û zanistên din pirtûk nivîsiye. Di derbarê jiyanaEbdurehman Kurdî de zêde agahî tune.[11] Îbrahîm Heqî Erziromî (z. 1703 – m. 1780) di Medreseyên Kurdî de xwendiye û bûye zanyarekîgirîng. Erziromî li ser astronomî, sosyolojî û fizîkê xebitiye. pirtûka wî ya navdar Merîfetname ye.Erziromî tê de qala pergala rojê kiriye. Di sedsala 19an de Melayê Erwasê pirtûkek bi zimanê kurdî li ser tibê nivîsandîye, Erwasî di pirtûkaxwe de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanan jî gotiye.[12] Evdirehman Axtepî zanyarekî Kurd ê sedsala 19an ê herî mezin e û li ser fiqih, mentiq, tib, felsefe ûastronomiyê xebat kiriye. Axtepî di pirtûka xwe ya li ser astronomiyê de tevgera stêrk, hîv, roj û yaexteran şirove kiriye, herwiha Evdirehmanê Axtepî gutlek di rengê dinyayê de ji dara gûzê çêkiriye ûli serê parzemînan jî daye nîşandan.[13] Marsilya 01/ 07/ 2016Xwedêda Özyılmaz