Çavdêr û xelkê Kurdistanê dibêjin, YNK û Goran bi wê serdana xwe ji bo Bexdayê dixwazin derfeta serxwebûna Kurdistanê jidest bidin, lewma dibînin ku ew serdan pir xerab bû, herwiha bi eşkere dibêjin niha dema serxwebûnê ye û wergirtina wî mafî ji wan xeta sor e. Niştimanperwerên di nav YNK û Goran de jî ,ji wan qebûl nakin. çavdêrên siyasî yên biyanî û rojnameyên navdarên cîhanî jî vê yekê dibêjin ku, niha kurd ji hemû demê zêdetir nêzîktir in ku dewleta xwe ragihînin. Ji vê yekê jî welatiyên Kurdistanê bi guman serdana YNK û Goran dinêrin. Di vê derbarê de parlementera Iraqê ya Şîe welati yênKurdistanê bi guman Henan Fetlawî dibêje: Ji berî ku em rê li perçebûna Iraqê bigirin, Goran û YNKê li Herêma Kurdistanê ew yek kirin. Henan fetlawî dijberiya kurda tênaskirin. Derbarê vê pirsê de, Çavdêrê siyasî Îzedîn Şemsedîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Mixabin ku her rewş guncay dibe û em dixwazin pêngavekê pêşde biçin, rasterast neyar destê xwe dixin nav me de û bandorê li ser çend aliyan dikin û derfetê jinav dibin. Wê serdana Goran û YNKê hemû kurd dilgiran kirin, ji ber ku niha Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûna aborî ve diçe û ew jî dixwazin têk bibin, lê milet û bi taybetî niştimanperwer wê yekê ji wan qebûl nakin.” Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Miletê me deryayek xwîn bo serxwebûnê dijandiye û niha ew dixwazin li ser me têk bidin, lewma ez wek kesek ji vî miletî wê pêngavê bi xiyanet dibînim û ji wan re naçe serî ku ejîndayên welatên din cîbicî bikin, ji ber ku xelk hişyar in û gelek qurbanî dane da ku ji destê dijmin rizgar bibin. Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku piştî qutkirina qutê xelkê ti biçe Malikî û Ebadî himêz bike.” Niha bi awayekî realîtî Kurdistan ji Iraqê cuda bûye û tenê bi nav Kurdistan ser bi Iraqê ve ye, derbarê vê yekê de welatî Şemsedîn Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev 2 sal e ku Herêma Kurdistanê xwe xistine nav kirîzeke darayî de da ku ber bi serxwebûnê ve biçe û petrola xwe bi awayekî serbixwe bifroşe, lê nû Goran û YNKê dixwazin petrola Kurdistanê bidin Bexdayê û me vegerînin rewşa berê ku çavê me li destê Bexdayê be, ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Goran û YNKê piştî vêqa dijatiya Bexda bo Herêma Kurdistanê diçin Bexda û ji wan re dibêjin ew ligel yekperçeyîya axa Iraqê ne, ev yek dijî serxwebûnê ye û xelkê Kurdistanê û niştimanperwerên nav YNK û Goran ji wan qebûl nakin. Dijatiya berjewendiya gelê kurd xeta sor e. Rojnamevan Newzad Hilurî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her nêrînek û biryarek li dijî gelê kurd be, xeta sor e û pêwîst e ew biryar bidawî were û xwediyê wan biryaran bên cezakirin, ji ber ku dikarin welatê me jî bifroşin Pêwîst e hemû aliyên siyasî bicibin û bigihên çareseriyekê bo hemû pirsgirêkan, ji ber ku Bexda ti gavê pirsgirêkên kurdan çareser nake û tenê dixwaze sûdê ji nakokiyên wan bibîne da ku dijatiya kurdan bike.” Xelkê Kurdistanê bi guman li serdana YNK û Goran bo Bexdayê dinerin Rojnamevan Senger Goran dibêje: “Ew serdana Goran û YNKê bo Bexdayê cihê mixabinyê ye, ji ber ku eger bo dijatiya serxwebûna Herêma Kurdistanê be, bêrêziyeke mezin e ji xwîna şehîdan re. Wê şandê helwesteke nerim bo Bexda û bi taybetî bo Nûrî Malikî nîşan da. Pêwîst e dema kurd serdana Bexdayê dikin wek şandeke hevbeş serdana wê bikin. Niha xelkê Kurdistan bi guman li wê serdana Goran û YNKê dinerin, ji ber ku diyar e dixwazin xwe bixin bin siya Bexdayê de.”
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
Têkildar
Balkêş e ?
Close