Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Şandeka Bilinda Komara Îslamiya Îranê kir. Di hevdîtinê de Şandeya Komara Îslamiya Îranê kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê nîşanda. Paşan behsa dawîn pêşhatên emniyên deverê bi giştî û Sinorên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê bi taybetî hate kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember bûyerên vê dawiyê, bi taybetî bombebarana sinorên Herêma Kurdistanê û ziyanên welatiyên deverê nişanda, ku tûşê gelek ziyanan bûne û cihên xwe bi cih hêlane. Her du aliyan pêdagirî li ser vê yekê kirin ku divê têkiliyên kevnar û dîrokî navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê bihên parastin û pêşiya her hewlekê bihê girtin ku astengan bêxe pêşberî têkiliyên navbera her du aliyan. Pêdagirî li ser vê yekê jî kirin ku divê hevdîtinên navbera her du aliyan berdewam be, ji bo vê yekê bikaribin li pêşerojê pêşiya wan bûyeran bigirin û rê nedin têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê têşû aloziyê bibe. Her du aliyan her wiha bal kişandine ser dawîn pêşhatên şere dijî terorîstên DAIŞê û hin pirsên din.
Pêş
05/06/2026
Aloziyên di nava CHPê de ber bi damezirandina partiyek nû ve diçe
05/06/2026
Civîna navbera Zeîdî û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de erênî derbas bû
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Trum Tê Tirkiye03/06/2026


