YNKê û Goran bi heyetek hevbeş serdana Bexdayê kirin û li gel serokwezîrê Iraqê hevdîtinek pêkanîn.Gelek nirxandin li ser vê serdana herdu partiya hatin kirin. Lê herî dawî keseyetak ji partiya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rastiya vê hevdîtinê eşkere kir.Endamê Hizba De’wa yê Iraqê Elî Elaq diyar kir ku şanda hevbeş a YNK û Tevgera Goran, di dema hevdîtina xwe ya li gel Heyder Ebadî de ragihandine ku ew naxwazin ji Iraqê cûda bibin.Ji aliyekî li Kurdistanê daxuyaniya bide pişgiriya serxwebûna Kurdistanê bike, ji aliyek din here Bexdayê û bêje“ Em naxwazin ji Iraqê cuda bibin“ Ev siyasetek nas e. Ne xerîbe.Dema mirov van dûritiya siyasî dibîne , behtir têdigihê ku ji bo çi rewşa Kurdistanê bi vî awayîye.Herweha piştî YNK û Goran bûyin yek dixwazin xwe li ser Kurdistanê ferz bikin. Ev siyaseta ku li dijê serxwebûna Kurdistanê be, dê di dîrokê de rûpelek reş de bê nivîsandin. Kîjan alî vê dike ne girîng e. Ya girîng ewe ku, di roja me de firsendek dîrokî ji bo Kurda hatiye ku dewleta ragihînin. Nabe kesek yan jî aliyek bibe asteng.Ev cara yekeme ku bi germî qada navdewletî de serxwebûna Kurdistanê tê rojevê û gotubêj li ser tê kirin.Di sala 1016ê ji bo serxwebûna Kurdistanê referandum tê kirin. Itimale ku serxwebûn bê ragihandin û piştre referandum bê kirin. Herdu jî ji mafê Kurdane.Lê gelek vekirî astenga serxwebûnê ji dewletê dagirger gelektir, kurd bi xwe ne. Ew aliyên ku li dijê serxwebûnê radiwestin û rojane serokê Kurdistanê bi vê yekê tehdît dikin kifşe.Lê niha YNK û Goran jî vekirî tevlî kampanya li dijê serxwebûnê dibin. Xwe li ba hukumeta Bexdayê xweşik dikin. Ev siyasetek xirab û malwêraniye.Kurd divê vê yekê bibînin û li gora vê jî bibin xwedî helwest.Goran projeyek ji bo têkbirina Kurdistanê ye. YNK niha dibê şirîkê vê projê. Ev tehluka herî mezine ji bo pêşeroja Kurdistanê.Tê zanin ku YNK bi temamî ji vê helwesta li gel Goranê ne raziye. Lê di encam de YNK li gel Goran dibe asteng di rêya serxwebûnê de.
Pêş
05/07/2025
Komên girêdayî Heşdî Şebî êrişan pêk tînin
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
Balkêş e ?
Close