CivakPolîtîk

YNK û Goran xwe nêzîk Bexdayê dikin

Şandek hevbeş ya YNK û Tevgera Goran bi hevre serdana Bexdayê kirin û li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevdîtinek pêkanîn.Wek tê zanîn ji berî demekî YNK û Goran di nava xwe de yekitiyek çêkirin û li ser gelek xalan ku hevbeş kar bikin belgeyek îmze kirin.Encama vê yekitiyê şandek herdu aliya hevbeş serdana Bexdayê kirin.  Li Bexdayê li gel serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî hevdîtinek pêkanîn.Piştî hevdîtinê ofisa serokwezîrê Iraqê bi nivîskî di derbarê civînê de daxuyanek belav kir .Di daxuyaniyê de hatiye kifşkirin ku, pêşniyarê şanda hevbeş gelek maqulin li gora yasayên Iraqêne. Bi qayek din  dixweyê dê Ebadi vê hevdîtinê wek aloziyek li dijê hukumeta Kurdistanê bi kar bîne.Li dixweyê ev serdan û pêşniyarên kirîn ji yê hukumeta Kurdistanê cudane û cardin bi awayekî xwe disêpêrin Iraqê. ji bo çareserkirina pirsgirêkên navber Iraq û Herêma Kurdistanê nêrînên cuda pêşkeş kirine, ku bi awayê li gel yasa û destûra Iraqê hemaheng be. Li gor ragehandina buroya Heyder Ebadî; her dû aliyan îşaret bi rêkeftin û çalak kirina parlamentoyê û hikûmeta Iraqê kirine, ku bibe piştîwanî ji piroseya çaksaziya Iraqê re. 

Back to top button