Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa Iraqî û Amerîkî kir ku ji Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê û Brett Mcgurg Nûnerê Serok Obama yê hevpeymaniya şerê dijî Da’îş û Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Matthias Mitman Konsolê Amerîka li bajarê Hewlêr û hejmarek ji berpirs û fermandeyên serbazî û emnî yên Iraq û Amerîkayê pêkhatibûn.Di civînê de şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstan li bereya Bakûr û Rojhilata Musilê li Serok Barzanî kirin û bi kurtî rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li Felûce û parêzgeha Nînowa û her wiha Sûriye ji bo Serok Barzanî behs kirin.Her li vê hevdîtinê de Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê pesnê rola Serok Barzanî ya li rûbirûbûna gefên mezin û şerê terorîstan de bilind nirxand û daxwaza kûrtirkirina bawerî û hemahengî û karê hevbeş ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kir û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge hevbeşekî rasteqîneya Iraq û hevpeymanane li şerê terorîstan û azadkirina Musilê da û pabendbûna Hikûmeta Iraqê bi îltîzamatên emnî û serbazî ya di navbera her dû aliyan li şerê azadkirina Musilê de dûpatkir.Li beşekî dinê civînê de her yek ji Nûnerê Serok Obama li hevpeymaniya dijî Da’îş û Balyozê Amerîka li Iraqê behsa girîngiya hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û nehiştina astengî û bi şaşî têgihîştinên di navbera wan de kir. Her wiha palpiştî û piştevaniya welatê wan ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqiyan li şerê dijî terorîstên Da’îş de dûpat kir.


