CîhanCivakPolîtîk

Nêçîrvan Barzanî serdana Enstîtuya Rojhilatnasî li San Petersburgê kir

Li duyem roja serdana xwe ji bo Rusiyayê, Roja Înê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Enstîtuya Rojhilatnasî a Rusiya li San Petersburgê kir û ji aliyê Serok û Desteya Reveberiya Enstîtuyê pêşwazî jê re hate kirin. 

Serokwezîr serdana pişka kurdî kir û di nava hemû destnivîs û erşîvên dewlemendên wê geriya ku behsa Kurd û Kurdistanê û kurdnasiyê dikin û gelek destnivîs û belgeyên bi beha li ser dîroka Kurd û Kurdistanê û berhemên li ser Kurd û Kurdistanê hate nivîsandin, têda hatine hilgirtin.Her wiha serdana beşên din û dîkomênt û belgeyên dîrokiyên bi beha û nexşe û destnivîsên kevin kir û ji nêz ve haydarê dîroka enstîtuyê û çawaniya karkirin û berhemên vê li ser zarê rêveber û tîma enstîtuyê bû. 

Li dawiyê jî di peyvekê de li deftera bîranînên enstîtuyê nivîsî: Nîçîrvan Barzanî kêfxweçiya xwe ji bo serdankirina Enstîtuya Rojhilatnasî li San Petersburg nîşan da û amaje bi vê yekê da ku bînîna pişka kurdî û erşîva dewlemend li pişka kurdî a enstîtuyê, cihê kêfxweşiyê bû û tiştekê giring e û nîşaneya têkiliyên kûrên navbera Kurdistan û Rusiyayê ye. Hêviya  berdewambûn û serketinê ji bo reveber û tîma rêveberiya Enstîtuya Rojhilatnasî li San Petersburgê xwest.Serokwezîr her wiha tevî Xatî Yevgeniya vasilyeva akademiya Rusiya civiya ku serperşitiya piraniya bawernamên magister û Duktoraya xwendekarên kurd kiriye. Serokwezîr  bi fermî daxwaz jê kir serdana Herêma Kurdistanê bike û kêfxweşiya xwe ji bo  vê serdanê nîşan da. 

Serokwezîr her wiha spas û pêznîna xwe û Gelê Kurdistanê ji bo dilsozî û hevxemiya vê mamostayê tevî xwendekarên kurd û hezkirina Kurdistanê nîşan da.

Back to top button