Polîtîk
PDK: Tu dîsa jî nikarî tiştekî bikî
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa da û ragihand, bi tehdîd û tevliheviyê guhertin nayê kirin. Polîtburoya PDKê, di daxuyaniyeke nivîskî de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, bersiva Newşîrwan Mistefa daye, ku gotibû “gunehê kirîza siyasî û aborî ya Kurdistanê li stûyê PDKê ye” û ragihandiye, bi tohmetên pûç û tevliheviyê guhertin nayê kirin. Guhertin bi tehdîdan jî nayê kirin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Newşîrwan Mistefa, çawa nekarî li 17ê Sibatê (sala 2011ê), 23 Hezîran (par) û 19ê Tebaxê (par) tiştekî bike dîsa jî nikare tiştekî bike ji ber wê jî ya baş ew e xwe biguhere û êdî bi vî rengî hizir neke.