Polîtîk

PKK bûye darê destê welatên navçeyê bo dijatiya kurdan

 Çavdêrê siyasî Mehdî Hacî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bo xelkê Rojavayê Kurdistanê eşkere bûye ku desthilatek heye çawa reftar ligel bikin ku derfeteke zêrîn ji wan re hatiye û pêwîst e kurd yekgirtî bin û vê derfetê jidest nedin, lê em dibînin ku tenê partiyeke siyasî hûkim dike û aliyên din hemû piştguh xistine.” Mehdî Hacî wiha got: “Ma ji ku rewa ye ku PKK û PYD bi zorê bacê ji xelkê werbigirin û çekan li milê zarokan bikin û wan bibin şer. Mixabin PKK bûye darê destê welatên navçeyê bo dijatiya kurdan û li gorî daxwazên wan tevger dikin.” Hacî wiha got: “PKK li Bakurê Kurdistanê hêj ti pirojeya wê tune ye bo bidestanîna mafên kurdan û bi saya Serok Barzanî pêvajoya aştiyê hatibû ragihandin û kêm mabû ku ser girtiba.”

Back to top button