CîhanCivak

Divê Pêşmergeyên Rojava vegerin

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encumena Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê (Îtilaf) kir. Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Îtilafa Sûriyê bi serokatiya Serokê Îtilafê Enes Ebde kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civînê de behsa rewşa Sûriyê û pêkvejiyjana aştiyane ya gelên Sûriyê hatiye kirin û hatiye gotin ku qorixkarî û otorîterîzm nayê qebûlkirin. Li gorî daxuyaniyê, şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê û serokê Îtilafê têkestî li ser wê yekê kirine ku divê hemû hêz û alî tevlî şerê DAIŞê bibin û di avakirina paşerojek geş a Sûriye û deverê de rola xwe bilîzin. Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî û şanda mêvan piştevaniya xwe ji bo vegera pêşmergeyên Kurdistana Rojava nîşan dane û gotine, vegera wan pêşmergeyan pêwîst û girîng e. Di hevdîtina han de her wiha rola Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî, ku wek “hevpareke sereke û nûnera gelê kurd li Îtilafê de ye” bilind hat nirxandin. Ji ber şer û aloziyên Sûriyê, zêdetirî 300 hezar kurdên Rojava û xelkê Sûriyê koçberî Herêma Kurdistanê bûne, di nav wan de derdora 3 hezar kes bûne Pêşmerge û li Başûr ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve tên perwerdekirin. Pêşmergeyên Rojava ji destpêka şerê DAIŞ de heta niha, li kêleka pêşmergeyên Başûr şer dikin, beşek ji wan jî şehîd bûne. PYD bi hêceta ku “eger ew derbasî Rojava bibin dê şerê navxwe derkeve” rê nade pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin.Herman Xalid /Bas

Back to top button