J I R A Y A G I Ş T Î’ R EPartiya Demokrata Kurdistanê –Tirkiya roja ko xwe damezrand, fikr û raman û armancên xwe ew bû da bi wan kom, rêxistin û kesên netewî ko xwe di xeta netewa Kurdistanî de de didîtin û hemû nerxên netewî pîroz di pejirînin re yêkîtiyek çêbike, Li gelvan rêxistinan bi yek dengî û yek rengî xebata siyasî bi bi rêva bibin, da hêza konevaniya netewa Kurd , xurt bibe û liser xeta netewî nûnertiya gelê Kurdistaniyan bike. Lewra doza mafê dewletek e azad û aram daxwaz û helwest bo xwe herdem armanc didît û dibînê.Nêzîkî dû sala ye ko hinek siyasetmedarên Kurd ji bona vî karê pîroz, yekîtî bikin ketin nava xebat û hewîldanan, li gelek bajar û bajarokan qonferans û kombûyîn çêkirin, xwe bi “(înîsîyatîfa yekîtiya partiya Demokrata kurdistan-Tikiya)” bi nav kirin. Xebateke bê hempe û bê westan, zor û zehmet kişandin. Ji bilî wa di 17.10.2015 de bona vî karî komîsyonek din hatî avakirin înîsîyatîf jî din nav de heşt mange ev xebat domkir. Komîsyonê encamê xebata xwe, li Bajarê Amed’ê li otêle Mîttania roja 27.05.2016 bi resepsiyonek (kombuyîn) e berbiferah bi dawî anîn. Ev kombûyîn ji hemî bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê, ji Başûr ji serkirdayetiya herêma Kurdistanê û nûnertiya serokê herêmê û ji rojava yê Başûrê Kurdistanê gelek siyasetmedar, eqedemîsyên ,nivîskar û medya beşdarî vê kombuyînê bûn. Kombuyîneke gelek bi nerx û bi berhem bu. Divê kombuyînê de ÎNÎSÎYATÎF, Koma Rêxistinî a BOTA û KADEP îrada xwe eşkere kirin, ko êdî ew dê di nava PDK-T de siyaset û xebata xwe ji bona bidesxistina çarenûsa mafê netewa Kurdistanê bi rêve bibin.Êdî ji îro pêşde rûpelekî nû derdikevê pêşiya me. Pêdivi yên me hêj ne qediyan e lewra pêvîste em xwe di rêxistinî de bigihînin asta herî bilind, ji bona vê em dê xwe bigihînine Mal mezinan, axa, şêx, karsaz, karmend , karker, gûndî, pîşekar û hemî çînên civakê da em bikaribin nûnertiya gele xwe bikin. Ji bona vê divabê em hemî xwe dî doza mafê netewî de li hevkirîbin, çi hevkarî dibe, an jî çi yekîtî dibe, bila bibê. Diva bê em di hemû çalakiyên rawa de ligel hev bin. Ev erkêkî yeksere ye li ser milê me hemî siyasetmedaran. Lewre dîmanên îro ko li Kurdistanê di efirin li ber çavên me ye. Em van rûdanan pir bi xemgînî temaşe dikin. Bajar wêran dibin, Gûndên Kurdan xira dibin, qesr û hanî, mal bi ser hevde diherivin, warên jiyanê vala dibin, her rtoj bi dehan kes tene kûştin,gelê Kurd koçber dikin, jiyan ser û bin bûye, ji van awan pêviste hêz û partî ji berjewendiyên xwe fedekari bikin, li gel hev rûnin û bi pêjinin da bi rêya dadwerî û mafdêrî bizava herî qenc û baş peyde bikin û destêwerdanê li ser rojevê bikin. Ger eve nebê û neyê pêk anîn em hemî dê sûcdar bin û dîrok dê me tawanbar bike. Mafê yekî ji me nîne ko di vê sed sala ko ji kurdan re gelek derfet derxistiye de ger em van derfetên erênî îro ji dest xwe berdin, sed salên din êdî ev derfetan nema bidest me dikevin. Kurd dê careke din weke her demên borî dê di mal de bi mînin û di nav bê rûmetiyê de bijî .Em Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya ji wan kesên keda xwe dan xebata vê kombuyînê û ji hemî mehvanan û hemî beşdaran re gelek sipas dikin. Em dizanin ko organîzesyona civînê de kêmasî hebûn bila beşdarvan li me biburûn, em hêvîdarin ko careke din em dê baldartir bin silav û rêz ji hemû beşdaran re. 30.05.2016Bijî Kurd û KurdistanPARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ-TIRKIYA (PDK-T) Serokê Giştî Mehmet Emin KARDAŞ