CivakPolîtîk

Baştir e Kurd li gel Iraqê bibin cîran

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglu got divê dewletên Rojhilata Navîn rêz li biryara serxwebûna Kurd bigirin.Di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê, Yapicioglu derbarê serxwebûna Başûrê Kurdistanê de got, eger daxwazên rewa neyêne cih, baştir e Kurd li gel Iraqê bibin cîran.Yapicioglu got: “Eger di warê aborî û rêvebiriyê de hevpişkiyeke dadwerane neyê pêkanîn, wê demê Kurd dê ji xwe re li çareyekê bigerin. Helbet Kurd û etnîsîteyên din çi biryarê bidin, hemûkê cîhanê mecbûr e rêz lê bigire.”Huda-Par ku sala 2013ê hate damezrandin, partiyeke îslamî ya sunne ye, û li Bakurê Kurdistanê çalak e.Serokê Huda-Parê bertek da idîayên li Tirkiyê ku dewleteke Kurdistanê dê bibe Îsraîla duyem li Rojhilata Navîn û got: “Ez vê yekê ji [xwediyên wan gotinan] dipirsim; eger hun nexwazin Kurd mihtacî Amerîka, Ewrûpa û welatin din bibin, hun arîkarî bidin wan û biratiya xwe nîşan bidin da ku çavê wan li destê xelkê dî nemîne.”Zekeriya Yapicioglu wekî bersiv bide îslamîyên Tirk got: “Hun dibêjin bawermend bira ne. Erê, bira ne. Lêbelê hiqûqa biratiyê heye. Eger hun mafê birayê xwe nedinê, heqê we nîne hun xelkê bi xirakirina biratiyê tawanbar bikin.”Zekeriya Yapicioglu herwiha idîa kir ku Kurd “di nav miletên Îslamê de, gelê herî ummetperwer e.”

Back to top button