Berhem Salih: Ez daxwaz ji aliyên siyasî dikim ku ji bo serxwebûna Kurdistanê alîkarê yek bin
Cîgirê duyem ê sekreterê giştî YNKê Berhem Ehmed Salih taybet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ez wek şexsê xwe rêkevtina di navbera YNKê û Tevgera Goran ji bo rêkxistina nav mala Kurd bixwe wek karekî baş û giring dizanim.’’ Herwaha di derbarê damezrandina dewleta Kurd de jî aşkera kir: ‘’Damezrandina dewleta Kurd xewnekî kevine û daxwazekî herî rewa ya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Kurd jî wek hemû gelên cîhanê mafê wî yê herî yasayî ye dewletekî serbixwe hebe.’’ Berhem Salih di daxuyaniya xwe ya BasNewsê re got: ‘’Avabuna dewleta Kurd, pêwîstiya xwe bi hemû hêzên siyasî yên temamî Kurdistanê heye. Hemahengî û alîkarê yek bun û divê em hemû li gel yek kar bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û siyasî yên Kurdistanê û bingehekî ava bikin, ku dewleta Kurd ava bibe û bê damezrandin.’’