Polîtîk

Serokwezîr serokê Iraqê re hevditin kir

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barazanî roja di çarçoveya serdana xwe ji bo Bexdayê serdana Fuad Mesûm Serok komarê Îraqa Federal kir.Di hevdîtinekê de behsa rewşa deverî, Îraq û Herêma kurdistanê kirin û her du aliyan pêdagirî li ser hemahengî û alîkariya navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo şareser kirina pirsgirêk û qeyranan kirin, ku divê hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi riya diyalog û danûstanê bihên çareser kirin.Li pareka din bal kişandine ser şerê dijî terorîstên DAIŞê û rizgar kirina bajarê Musilê û kiryarên ji bo çareser kirina vê qeyrana darayî ku hembêza Îraq û Herêma Kurdistanê girtiye. Her wiha behsa pêkhatiya nû ya Hikûmeta Îraqê û berçav girtina mafên destûrî û yasayî yên Kurd di vê hikûmetê de kirin. 

Back to top button