Di civîna xwe de ligel komîteya helsengandin û bersivdana raporên navdewletî de, dîplomatkarên biyanî pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dan ji ber parastina aramî û ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û navçeyê, di dema ku ev navçe bi giştî di rewşeke dijwar de derbas dibe. Herwiha sipasiya Hêzên Pêşmerge kirin li ser wê bergiriya qehremanî ku nîşan dide li dijî terorîstên DAIŞê û kariye DAIŞê bişkîne.
Di wê civînê de komîteya Kurdistanê tîşk xist ser wan tometên ku xistine histê Hêzên Pêşmerge de û bersiva wan da û serokê komîteyê Dîndar Zêbarî ragihand: “Em pêşwaziyê li her raporekê din ku ji aliyê navdewletî ve bên amadekirin, lê pêwîst e ew alî jî rewşa Herêma Kurdistanê liber çav bigirin û raporên wan zêdetir babetî bin û ji rastiyê ne dûr bin.”
Ji aliyê xwe ve, dîplomatkarên biyanî pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dan ji ber parastina aramî û ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û navçeyê, di dema ku ev navçe bi giştî di rewşeke dijwar de derbas dibe. Herwiha sipasiya Hêzên Pêşmerge kirin li ser wê bergiriya qehremanî ku nîşan dide li dijî terorîstên DAIŞê û kariye DAIŞê bişkîne.