Libnan dê di warê tûrîzmê de alîkariya Kurdistanê bike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 19.03.20165ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Mîşal Firewin wezîrê tûrîzmê yê Libnanê û şandeya pê re ku, bi armanca beşdarîkirin di konferensa tûrîzmê ya nevdewletî li Hewlêrê serdanan Herêma Kurdistanê kiriye, kir û di civînekê de behsa kar û çalakiyên revenda libnanî li Herêma Kurdistanê hat kirin.Wezîrê tûrîzmê yê Libnanê got ku, revenda libnanî li Herêma Kurdistanê derfetên karkirin û berhemanînê yên baş bi dest ketine û weke ku ew li welatên xwe bin jiyana xwe derbas dikin û ji bona vê yekê jî sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.Behsa tûrîzma Libnanê û ka Libnan weke welatekî şareza, pispor û xwedî tecrûbe di warê tûrzmê de dikare bi çi awayî alîkariya herêma Kurdistanê bike, bi taybetî li Herêma Kurdistanê aqarekî baş û minasib ji bo pêşxistina ware tûrzmê heye, hat kirin.Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya bi serdana wezîrê Libnanê bo Hewlêrê nîşan da û daxwaz kir ku Libann weke welatek şareza û xwedî tecrûbe di warê tûrîzmê de alîkariya Kurdistanê bike.Di civînê, herwesa, behsa cenga dijî terorîstên DAÎŞê li herêmê bi giştî û li Suriyê bi taybetî hat kirin û îşaret bi wê yekê hat kirin ku tesîra şerê DAÎŞê li ser tevaya deverê û bi tyabetî li ser wan welatên weke Liban û welatên derdûra Suriyê û Îraqê heye.Behsa wê yekê jî hat kirin ku, revenda libnanî dixwaze welatê wan konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke daku zêdetir xizmeta wan bê kirin.Di dawiya civînê de her du aliyan; serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê tûrîzmê yê Libnanê xelat pêşkeşî hev kirin.