Cîhan

Hêza Pêşmerge dê roleke ber bi çav di azadkirina Mûsilê de hebe

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 17.03.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Filip Hamond wezîrê karê derve yê Birîtaniyayê û şandeya pê re kir û di civînekê de behsa rewşa Îraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê, bi taybetî kirîza êkonomî, hat kirin û şandeya mêvan xebatên hikûmeta Herêma Kuridstanê yên di ware çaksazî û çareserkirina kirîza êkonomî de bilind nirxand û piştevaniya welatê xwe jî ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da. Wezîrê karê derve yê Birîtaniyayê îşaret bi wê yekê de ku, rawestandin û têkşikandina êrîş û metirsiya terorîstên DAÎŞê ji aliyê Pêşmergeyê Kurdistanê ve û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan û dabînkirina xizmetên pêwîst jê re navdengiyeke mezin ji Herêma Kurdistanê re li sertaserî Ewropayê û cîhanê dirust kiriye û hêvî xwest ku, hêza pêşmerge roleke ber bi çav di azadkirina bajarê Mûsilê de hebe.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Birîtaniyayê bo Hewlêrê kir û piştevanî û alîkariyanê xelk û hikûmeta Birîtaniyayê ji bo hêza Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bilind nirxandin. Barzanî tekîd kir ku ji sedema kirîza êkonomî û hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan Herêma Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir piştevanî û alîkariya civaka navdewletî heye.Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa herêma Kurdistanê, tedbîr û pilanên çaksaziyê û derbaskirina kirîza êkonomî kir û tekîd kir ku, hikûmet li ser pirosesa çaksaziyê cidiye û ji bona ku dahatiniyê Kurdistanê bi şefafî bimîne hikûmetê dest bi xebatên xwe kiriya û di vî warî de digel şareza û pisporên navdweletî dişêwire û Birîtaniya jî dikare di vî warî de hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Back to top button