CivakPolîtîk

Hêviyek me ya mezin jibo paşeroja Kurdistanê heye

Merasîma vekirina Zakoya Amerîkayê li Kurdistan – Duhok destpêkir û tê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de ragehand: “Em dê vê qeyranê jî bi serfetî têper bikin.” Merasîna vekirina Zanokya Amerîkayê li Kurdistan- Duhok bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destpêkir, ku yek ji zincîrên zankoyên Amerîka ye li cîhanê, di merasîmê de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir, têde xweşhaliya xwe bi beşdarbûna vê merasîmê anî ziman û got: “Baweriya min ya temem heye ku ev dê bibe navendek zanistî û ekadîmî li Herêma Kurdsitanê û dike rêza çendîn destkeftiyên din li vê deverê.” Di gotara xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destxweşî li Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêm aKurdistanê Mesrûr Barzanî kir ku, xwediyê bîroka vekirina vê zankoyê bû li Herêma Kurdistanê, herwiha pîrozbahî li xelkê Duhok û seranserî Kurdistanê kir û got: “Vekirina vê zankoyê di rewşa niha ya Kurdistanê de peyameke ji dijminên me ku em di dema şer de jî karwanê pêşketina me ranaweste, miletê me zindî ye û di rojên her giran de jî hezkiirna wî bo avadanê berdewame.” Derbarê plana hikûmetê jibo perwerde û xwendina bilind Nêçîrvan Barzanî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyek taybet dide kertê perwerde û xwendina bilind, ev siyaseta me ye, me karîbû 13 zankoyên taybet û 9 peymangehên taybet li Herêma Kurdistanê vekin.” Rêjeya xwendevanan jî eşker kir ku, 94 hezar û 7 sed xwendevan li zankoyên ser bi wezareta xwendina bilin de ve hene. Derbarê rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê û qeyranên niha Serokwezîr got: “Di encama gelek pilan û şerê li dijî Herêma Kurdistanê, bêhtir ji 2 salan Hikûmeta Iraqê budceya Kurdsitanê nade, şerê li dijî tundtirîn teror, hatina bi milyonana penaber, daketina nirxê petrolê gelek banor li abûriya Kurdistanê kir, lê herwiha ew derfetek zêrîne ku em dest bi çaksaziyê bikin, me dest bi çaksaziya çdarî û abûrî kiriye.” Herwiha got: “Divê zalî bêhtir di ware berhmînan petrolê were kirin jibo sedemên ku bûne hebûna nakokiyan di nav mala Kurdî de kêm bibin û nemînin.” Serokwezîr spasya xelkê Herêma Kurdistanê kir , bitaybet ewên ku li ser mûçe dijîn: “Bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasya wan yek bi yek dikim, bila hemû fermanberan piştrastbin ku mafê kesî winda nabe, tiştê bû jî neçarî bû jiboer qeyrana darayî.” Herwiha got: “Me qonaxên ji vê qonaxê zehmetir bi serkeftî derbas kirye.” Di dawî de got: “Hêviyek me ya mezin jibo paşeroja Kurdistanê heye.” Zankoya Amerîkî li Kurdistanê – Duhok pirojeyekî mezine, sala par dest bi wergirtina xwendevana kir, îsal beşek ji avahiya wê temam bûye û salên bê jî wê beşên din temama bibin.Bas  

Back to top button