CivakPolîtîk

Tu astengiyek nikare pêşiya serkeftina gelê me bigre

Serokê Kurdistanê di çarçoveya merasîma vekirina zanîngeha Amerîkayê ya li Dihukê de ragehand, tu qirîzek nikare pêşî li serkeftina Kurd bigre û tu qirîzek jî nikare pêşî li awasaziya ku destpêkirî bide rawestandin.Ev naveroka gotara Serokê Kurdistanê ye;Bi navê xwedêyê mezin û mîhrebanMêvan û amadebuyên birêz, hûn bi xêr hatin û ez pir kêfxweşim ku, îro li gel we, jibo vekirina zankoyê em kombûne. Hêviya me ew zanko bibe yek ji zankoyên herî baş ê rojhilata navîn. Îro rojekî gelek giringe jibo me Kurd û Kurdistaniyan. Îro roja li dayîkbuna Barzaniyê nemire, roja rizgarkirina bajarê Dihukê ye di raperîna mezin a 1991ê de. Vekirina zankoya Amerîka li Kurdistanê di vê rojê de, xweşiyekî din dixe ser lîsteya bîreveriyên me yên vê roja pîroz.Pêwîst dizanim sipasî û destxweşî li hemû ewên ku rolê wan di avakirina vê zankoyê heye bikim. Serokê bord ê zankoyê Mesrûr Barzanî, Serokê Zanko û hemû kesên ku alîkarbune ku ew zankoye avabibe spasiyê dikim. Herwaha pêwîst dizanim pîrozbahiyekî germ li gelê Dihuk û derdora Dihukê dikim. Pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim.Ev mehe wek xwedê daye, meha qedera Kurde. Serkeftin û şikestin hemû di vê mehê de hene. Raperîn di vê mehê de destpê kir û werçerxanekî dîrokî bu di, dîroka herêmê û di dîroka gelê Kurd de. Hewaha piştî du rojên din salvegera karesata Helebçeye. Yanî ev mehe di destpêkê de, heta dawiya wê bîreveriyên xweş û nexweş di navxwede digre. Eva jî rastiyekî nîşan dide ku her di vê mehê de û berî 2500 sal berî naha gelê Kurdistanê rabû û Zehakê zeman têkbir û azadiya Kurd bi dest anî. Heta naha jî gelê Kurd têniyê wê azadiyê ye û qurbanan jibo wê dide. Ez hêvîdarim êdî qurbanî dan bes be û ew azadiye bi temamî bê bi destxistin.Pêşkeftina her milletekî dikeve ser milê wan kesên zana û pispor. Ew zana û pisporana jî li zankoyan wê bêne avakirin. Hêvîdarim ew zankoye bibe bingehekî serekî ya avakirina wan pispor û kesên xwedî bingehekî zanistî û rêkûpêk.Ji aliyê din ve zindîtiya gelême nîşan daye dema ku DIŞI nêzîk wan cîh û waran bu, karê avakirina vê zankoyê nehate rawestandin. Eva jî piştrast dike ku gelême zindiye. Em rubirû krîzê hatin, lê berdewam di asta krîzan de me jiyan kiriye. Îro jî ne terorîstên DIŞIê, ne jî tu krîzek nabe rêgir li hember serkeftina gelê me. Di şerê şeref û kerameta xwe ya li hember terorîstên DIŞIê de ne tenê li hember terorîstan xwe parastina Kurde, parastina cîhanê bixwe ye.Herwaha tu astengiyek nikare pêşiya serkeftina gelê me bigre. Tu krîzek nikare pêşî li awasaziya ku hatî destpê kirin bigre û ev awasaziye wê encam bigre û teqez emê serkevin.

Back to top button