Bi minasebta meha Adarê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî daxûyaniyek ragihand. Meha Adarê ji bo kurda mehek gelek girîng e, di vê mehê de gelek rojên xemgîr û herweha rojên şahiyê hene. Di vê mehê de gelek serkeftin û şkestin di tevgera azadixwaz a Kurdistanê de pîkhatine.Daxuyaniya Serok Barzani:Hemwelatiyên xweşdiviyên KurdistanêAdar meha destana mezin û serkeftin û êşan û meha xweragirî û bawerî bi xwe bûna gelê Kurdistane. Adar serkeftina raperîna mezina gelê meye, bîranîna kîmyabarana Helebçeya Şehîde, bîranîna ragihandina peyman û rêkkeftinnameya Yanzdehê Adare, her wiha adar meha Newroz û jiyana destpêkeke nû ye.Raperîna mezina gelê me li Adara 1991 peyamekî herdemî ye ji bo hemû cîhanê ku gelê Kurd bindestiyê qebul nake û li dijî sîtemkar û dagîrkeran radiwestê û di dema serkeftinê jî da hêmaya aştî û lêborînî û mirovparêziyê ye. Li raperîna dîrokiya sala 1991 da xelk û Pêşmergeyên hemû aliyan bê cûdahiya bîr û nêrînan li ser dîktatoriyet û dagîrkeriyê da çûn û bi serkeftina raperînê wê peyamê ragihandin ku her dema Kurdistanî yekrêz û yekdeng bin hîç hêzek nikarê rê li serkeftina wan de bigre.Her li vê mehê da gelê me bîranîna rêkkeftinnameya Yanzdehê Adarê bilind radigrê, ew rêkkeftina ku li encama serkeftina şoreşa mezina Eylûlê bû, ew şoreşa seranserî bi baweriyeke polayîniya rejîma pirçekê Iraqê neçar kir mafê gelê Kurdistanê da qebul bike û bête ser mêza danustandinê. Rêkkeftinnameya Yanzdehê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû.Adar meha Helebçeya Şehîde, karesata kîmyabarankirina Helebçe rûdaneke hemû mirovayetî jê berpirse. Helebçe hêmaya dilreqiya dagîrkeran û sembola mezlûmiyeta gelê Kurdistane ku dijminê bê ehlaq û bêdrewşt bi dirindanetirîn awayî xelkê qehremanê wî bajarî şehîd kir. Şehîdkirina Helebçe beşeke ji wê zincîra tawana nemirovaneya dijminan û dagîrkeran ku li ser gelê sîtemdîdiyê Kurdistanê de encam dane.Piştî wan hemû xebat û qurbanîdan û koçberî û êşên bê sînoriya gelê me dîtiye, hîç kes û aliyek ew mafê wan tûne bi şik û dûdiliyê temaşa mafên gelê Kurdistanê û serbixweyiyê bike. Divê hemû aliyek ewe bizanin ku bihaya wê bac û qurbaniya gelê Kurdistanê daye gelek ji serbixweyî yê mezintire û hemû cîhan berpirse ji wê çarenûsa pir ji trajediya li ser gelê Kurdistanê da hatiye.Bîranînên îsal di demek de bilind radigrîn ku bi qehremaniya Pêşmergeyê Kurdistanê metirsîdartirîn hêza terorîstiya dîrokî têkşikand. Ew serkeftina mezin hev dem bû li gel qeyrana darayî û hewla berdewamiya neyaran ji bo zêdetirkirina guvaşan li ser gelê Kurdistane. Gelê Kurdistanê xweragir bû û Pêşmerge merdane û dilêrane bi xwîna xwe Kurdistanê parast. Ewê niha li ser milê têkoşeran û nîştîmanperwerên gelê meye, hewldan û hîmetkirina bo wê yekê ku Kurdistanê ji vê qonaxa dijwar derbasbikin.Pêwîste bi hemû şiyanek ve piştevaniya Pêşmerge bîn bi navê parastina Kurdistanê û li rêya çareserkirina gendelî û çaksaziyê sîstema kargêriyê bi cûreyek ku vê diyardeya ziyanmend nehêle û bingehek ji bo dadperweriyê xweş bike û li gel eve jî hengavan berev çespandina mafê diyarkirina çarenûsê bi leztir û bi hêztir bêne kirin. Pişt bi xweda û gelê Kurdistanê çawa rûbiruyê terorîstên Da’îş buyîn, her bi vî awayî jî rûbiruyê gendeliyê dibîn û kar ji bo nehiştina wê dikin.Bi helkefta hatina bîranînên Adar û Newroz pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê dikim. Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên nemir û silav û xweşdiviya min ji bo malbatên serbilindên şehîdan û hemû Pêşmergeyên qehreman heye û hêviya serkeftin û xweşiyê ji bo we dixwazim.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025