Hevwelatiyên xweştiviyên KurdistanêBi minasibeta 25saliya serhildana mezin û bi rûmet di adara 1991ê de, em bi qedir û hurmet ser û bejna xwe li hember şahîdên mêrxasên Kurdistanê yên ku bi can û xûna xwe ya geş desthiltdariya diktatorî û sitemkariya Basiyan bi yekcarî li Kurdstanê jinavbir û ew bûn pêşengên gel û welat bo gehiştina azadiyê, di çemînin.Serhildan teqîna toreyî û hersbûna xelkê Kurdistanê bû bi rûyê wê zilim û stema ji aliyê ji yek ji hovtirîn diktator û sitemkarên dîrokê ve derheqê xelk û axa Kurdistanê dikir, bêwêjdanî xelkê Kurdistanê enfal û kêmiyabaran dikir, ax, gund û bajêr wêran dikirin û dişewitandin. Serhildan zîndîbûna milteke bû ku îsdpat kir tirsinaktirîn çek, tank, balefirên şer û arteşa herî bihêz nikare îrdaye wî miletî ya ji bo jiyan û azadiyê bişkîne û ji bona parastina ax û miletê xwe amadeye xûn, can û ser û malê xwe qurbanî bike.Zîdînbûn û îradeya bihêz a gelê Kurdistanê ji bo azadiyê, Kurdistan ji destê rijêmeke xûnrêj û zalim rizgar kir, parlamento hilbijart û hikûmeta herêma Kurdistanê avakir û destkeftiyên neteweyî yek li pey ya din bidest xistin û ji bona gehiştina bi armanca dawiyê pêngav avêtin û di vê rêyê de, gelê Kurdistanê di nava 25 salên borî de, gelek nişêvî û jêhelî birîn û li hember gelek arîşe, kirîz û pirsgirêkan liberxwe da û bi serberbilindî bi ser hemû astegiyan da biserkeft.Îro jî, Pêşmergeyê mêrxasê Kurdistanê, bi moraleke polayîn bergiriyê ji ax û welêt dike, û ji bona parastina destkeftiyên serhildanê rûbirûyê hovtirîn hêza tarî û terorîst bûye û can û xûna xwe pêkeşî Kurdistanê dike, ji aliyek din jî, Kurdistan bi tevayî, bi ruheke bilind ya berprisiyarî û neteweyî li hember çendîn kirîz, dijwarî û aloziyan ku, belasebeb ji bona rêgirtin li pêşiya pêşkeftinên Kurdistanê û pêngavên gelê Kurdistanê ber bi armancên pîroz ve hatine çêkirin, li berxwe dide.Di vê minasibeta pîroz de, careke din em bejna xwe li hember canê pîrozê şehîdan diçeminin û bi qedir û hurmet ve em li helwesta wan ya dilsoz a welatparêzî û xweragiriya Pêşmergeyê mêrxas û xelkê Kurdistanê dinêrin, herwesa, em hemû hevwelatiyên Kurdistanê dilrehet dikin ku, bi piştgirî û xweragiriya xelkê Kurdistanê ev rewşa dijwara îro heye, weke gelek rewşên dijwar yên berê, bi serkeftî derbas dibe, ji bona vê yekê jî hikûmeta herêma Kuridstanê bi hêvî û geşbînî ve di nava xebatên berdewam de ye.Em hêvîdar in ev minasibeta pîroz bibe palder û destpêkek ji bo çareserkirina tevaya pirsgirêkên navxweyî yên Kurdistanê û hemû alî bi yekrêzî û yekhelwestî û bitêgehiştina rewşa nazika îro dever tê dervas dibe, bi ser nakokiyan de zal bin û dest li nav dest bi hev re ji bona misogerkirina paşerojeke baştir ji bo Kurdistanê bixebitin.Serhildana pîroz hertim bi rûmet beNemirî ji bo şehîdan û serkeftina yekcarî ji bo Kurdistanê Civata wezîrên Herêma Kuridstanê04.03.2016
Pêş
19/06/2025
Mûşekên Îranê nexweşxan kir armanc…!
19/06/2025
Termê Hûnêrmenda Kurd Eyşe Şan piştî 29 salan weguhaztin Diyarbekir
Têkildar
Balkêş e ?
Close