Polîtîk

Balyozê nû yê Y.E. Barzanî ji alikariyan agahdar kir

Îro li Selahedînê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Patrîck Sîmont Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de ku Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê bi mebesta xwe nasandin û agahdarbûna ji siyaseta Serok Barzanî ya li ser pêşhatên siyasî serdana Serok Barzanî kir, ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê li Ewrupa dosteke xwe yê zêde heye, ragihand ku Yekîtiya Ewrupa peywendiyekî taybetî li gel Herêma Kurdistanê da heye û li berfirehtir kirina wan peywendiyan da berdewam dibe. Her wiha eve jî xisterû ku Yekîtiya Ewrupa pêzanînên xwe ji bo awayê pêşkeftin û wê jîngeha dostaneya ku ji bo çalakiyên aborî li Kurdistanê da pêkhatiye kir û pesnê rol û azayetî û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan kir û eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku Yekîtiya Ewrupa ji vê rewşa dijwara aboriya ku bi sedema xerciyên şer û hewandina koçberan û dabezîna nirxa neft li Herêma Kurdistanê da pêkhatiye têdigihe û Serok Barzanî jî ji hewlên Yekîtiya Ewrupa yên ji bo peydakirina çareseriyeke yarmetîdana darayî ya Herêma Kurdistanê agahdar kir.Li beranber da Serok Barzanî li erk û karê wî yê nû da hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê xwest û li axaftina xwe de behsa hereşeya teror û tundrewî ya li ser cîhanê kir û ji bilî wê balkişand li ser xweragirî û serkeftinên Pêşmerge ronahî xiste ser wan têçûnên mirovî û aboriya ku li encama şer û hatina koçberan û dabezîna nirxa neft ruyê Herêma Kurdistanê girtiye. Serok Barzanî eve jî xisterû ku civaka navdewletî û Hikûmeta Iraqê li yarmetîdana Herêma Kurdistanê ya koçberan kar bi pabendbûna xwe nekirine. Serok Barzanî balkişand li ser qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê û behsa wan hengavan jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina qeyranê pêkaniye.Her li vê kombûnê da di derbarê paşaroja Iraqê û mafên gelê Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê tekez li wê yekê kir ku aramî û pêşketina Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewrupa gelek girînge û her dû alî li ser ewe hevre bûn ku li ser pirsên siyasiyên niha li peywendiyên berdewam da dibin.

Back to top button