Komara Çek dê zêdetir alîkariya Kurdistanê bike

Îro li Selahedînê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Êva Dirdakova Konsola Giştî ya Komara Çek li Hewlêrê kir.Li hevdîtinê de Konsola Giştî ya Komara Çek li Hewlêrê ku bi mebesta xwe nasandinê serdana Serok Barzanî kir, pesnê rola Serok Barzanî ya proseya siyasiya Iraq û navçeyê û serkirdayetîkirina şerê dijî Da’îşê kir. Her wiha ji bilî balkişandina serdana sala derbasbûyî ya Serok Barzanî li welatê wan xweşhaliya xwe jî bi wê yekê derbirî ku gelê Kurdistanê xwe bi dost û nêzîkî gelê Çek dizanin. Konsola Giştî ya Komara Çek li Hewlêr li dirêjiya axaftina xwe de tekez li wê yekê kir ku Komara Çek li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê û Pêşmerge de berdewam dibe û Serok Barzanî ji biryarên Hikûmeta welatê xwe yên pêşkêşkirina hevkariyên serbazî û dabînkirina yarmetiyên pizîşkî ji bo Pêşmergeyan û her wiha koçberan û yarmetîdana zanistî û teknîkî yên li warên gorên bi kom û pizîşkiya dadî de agahdar kir.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Konsola Giştî ya Komara Çek kir û hêviya serkeftinê ji erk û karên wî de xwest û spasî gel û Hikûmeta Komara Çek kir ku palpiştê gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmergene û daxwaz jî kir dostayetiya gelê Kurdistanê û gelê Komara Çek kûrtir bibê.

Nerîna min :