Polîtîk

Austin: Kurdistan li qonaxekî dîrokî de derbas dibe

Îro li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Lloyd Austin Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şanda li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û hejmarek ji fermande û berpirsên bilindên artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.Li vê hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka, Serok Barzanî ji stratejî û hewlên nû yên welatên hevpeymanan ya ji bo berengarbûn û ji navbirina terorîstên Da’îş agahdar kir û her wiha behsa wan pêşveçûnên meydanî û serbaziyan kir ku li bereyên şerê dijî terorîstan li Iraq û Sûriye bi dest hatine û bi taybetî behsa girîngiya stratejiya operasyona hêzên Pêşmerge ya azadkirina Şingalê kir ku bandoreke zêde li ser lawazbûna terorîstên Da’îş li Iraq û Sûriyê da hebûye. Her wiha behsa wan hewlan jî kirin ku ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê li ruyê darayî û serbazî ve li ser asta navçeyî û navdewletî li holê daye. Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka xweşhaliya xwe jî nîşan da ku di dema karkirina li erkên cûda cûdayên li gel Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge da pêkve serkeftinên mezin tomar kirine û eve jî xisterû ku Kurdistan û navçe qonaxekî hestiyar û dîrokî de derbas dibin.Li beranber da Serok Barzanî spasî erk û keda General Austin kir û bi dostekî nêzîkî gelê Kurdistanê wesif kir. Li beşekî dinê axaftina xwe de ji bilî balkişandina li ser qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê behsa rewşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li bereyên şer kir û tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê li kar û hemahengiya li gel welatên dost û hevpeymanan ya rûbirûbûna terorîstan de berdewam dibe.Her li vê kombûnê da ronahî xiste li ser rewşa Sûriye û paşaroja wî welatî û amadekariyên operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî Da’îş û çarenûs û paşaroja navçeyên azadkiriyên li parêzgeha Nînowa hate nirxandin.Li vê kombûnê da Cîgirê Serok Wezîrê Hikûmetê, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê û Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Serok Erkanê Wezareta Pêşmerge û Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Back to top button