Cîhan

Ez spasiya pêşmergeyên qehreman dikim

Di kongresa Emerîkî de endamê partiya Komarî senator xanima Ros Lehtinen, axavtinek kir û behsa Pêşmergeyên Kurdistanê kir.Ros di kongreyê de Ala Kurdistanê jî nûşan da. Xanima Ros Lehtinen got: Ez îro li vê derê dixwazim rêzgirtina xwe ji bo Pêşmergeyan ji bo serkeftina li dijê DAÎŞê destxistîn bidim diyarkirin. Divê em gelektir pişgiriya wan bikin.Herweha Ros behsa krîza darayî ya Kurdistanê û rewşa Pêşmergeyan kir.Ros da xuyakirin ku Pêşmerge li dijê terorîstên DAÎŞê dirêjahiya 650 mil eniyekî de şer dikin.400 mil çarkujî ji destê DAÎŞê azad kirine..Ros behsa serkevtina Pêşmerge ya Şengalê jî kir û daxuyakirin ku, pêşmerge Musil jî bi awayekî dorpêç kirye.Ros Lehtinen dibêje ku Pêşmerge ji bo vê serkevtina xwe bedelek mezin daye.1600 pêşmergeyî jiyana xwe ji dest daye. Bi hezaran birîndar bûne. Ez spasiya pêşmergeyên qehreman dikim.Herweha Ros Lehtinen got: Ez rêz û hurmeta xwe pêşkêşî pêşmergeyn qehreman yên jin û mêr dikim. Vîdeoya axvtina  Xanima Ros Lehtinen :https://www.youtube.com/watch?v=jtNkgTvHJM8

Back to top button