CîhanPolîtîk

Tevliheviya li Suriye û rewşa kurda

Suidî Erebistanê hinek balafirên xwe yên cengî rêkirin balafirxaneye Încirlîk a Tirkiye.Ji berî niha Qeter jî hinek balefirên cengî rêkirîbûn Încirlik.Wek tê zanîn Încîrlîk balefirxaneyek gelek stratejik ya leşkeriye û Amerîka di hemû dema pêwist be vê balefirxaneyê ji bo armancên leşkerî kar tîne. Niha jî taybetî piştî bûyerên li Suriye destpêkirî, Încirlîk ji bo Amerika, Britanya û Fransa vekiriye. Piştî rêkirina balefiran Siudiyê da xuyakirin ku ew amadene leşkeran jî ji bo midaxaleyek bejayî li Suriye rêbikin Tirkiye.Rojhilata Navîn taybetî li Suriye rewş çikas diçe aloztir dibe û dikare bibe sedema şerek cîhanî. Ji xwe di pratikê de nîvşerek cîhanî li ser axa Suriye destpêkiriye.Di vê tevlîhevîye hemûyê de rewşa Kurda girînge.Rojavayê Kurdistanê bi temamî bi riza rejima Suriye di bin destê YPGê deye. Heta YPG li gelek deverên Ereban de jî şer dike.Di vê tevlîheviyê hemûyê de, dê pêşeroja Kurdistana Rojava çewe be? Pêwîste ku PYD ji dev siyaseta xwe ya heyî berdê û ji bo vê jî divê du tiştên bingehîn bike.Yekemin divê tenê li deverên Kurdistanê şer bike û armanca vî şerî destxistina mafê kurda yê netewî û rewa be.Duyem divê PYD ji bilî xwe rê bide hêzên din yên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê û li hevhatina Dihokê vegere û bi vî awayî yekitiya Kurda bi xwe ava bikin û axa Kurdistanê biparêzin.Eger ev yek nebê PYD ji bo Rojavayê Kurdistanê tu tiştekî destve nayne. Dema rejim serbikevê tiştekî nade kurda û li hevhatinek jî li Suriye çibibe cih nadin PYDê.Niha Rusya û rejima Suriye pişgiriya PYDê dikin lê ev yek tenê ji bo berjewendiyên rojanene û dixwazin hêzbûna YPGê ji bo armancên xwe bi kar bînin.Ji aliyek din Amerika pêwendiyek li gel PYDê daniye. Lê Amerika pêwendiyên PYD li gel Îran, Rusya û rejima Surî dilgirane û li gora xwe stratejiyek nû li Kurdistana Rojava bi kar tîne. Daxwaza Amerika jî ewe ku hêzên kurd li Suriye di nava xwe de lihev werin.Dixweyê Amerîka ji bo vê yekê di nava hewldaneki de ye.Pêşeroja Suriye de destkeftiyên kurda girêdayê yekbûna hêzên siyasî û leşkerî yê Kurdistana Rojavaye.

Back to top button