Li rojhilata Navçeya Nisêbîna Mêrdînê li ser tixûba Sûriyê dîwarek tê çêkirin. Niha xebatên kolandina xendekên di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de dewam dikin. Ji aliyekî ve jî çêkirina dîwêr dest pê kir. Dîwar dê 2 metre fireh 3 metre jî bilind be.Li rojhilata Nisêbînê ber bi navçeya Cizîrê ya Şirnexê ve heta qereqola ser tixûbê kêmzêde 3 kîlometreyan xendek hate kolandin. Niha ber bi heman alî ve dîwarek jî tê çêkirin.Bloqên betonan yên ji bo dîwêr bi qamyonên mezin ber bi sînor ve tên hinartin. Pêşî li derdora qereqolan dîwar tê çêkirin. Li gorî agahiyên ku bi dest ketin dîwar ji Nisêbînê heta Cizîrê dê dewam bike. Di dema çêkirina dîwêr de hêzên ewlekariyê tedbîrên berfireh girtin.Zaman kurdî
Pêş
Flaş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025