Polîtîk
Husên: Desteyeke taybet ji bo reforman tê pêkanîn
Daxuyaniya Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê biryarên Serok Barzanî yên çaksaziyêPiştî ku roja çarşem 10.02.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê proseya çaksaziya bingehîn û bi mebesta zêdetir rêxistina karubarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêmasiyên li nav saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û komek biryarên taybet derxist, bi navê bi cîhkirina wan biryarên Serok Barzanî niha kar li ser damezrandina desteyekî taybet tê kirin ku ji kesên pîspor û şareza tê pêkanîn bo ku biryaran bi cîh bikin û duvdaçûnê ji bo wan bikin.Fuad HusênSerokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê11.02.2016