Li Tirkiye van rojên dawî pirsa têkçûna AKPê û avakirina partiyek nû tê gotubêj kirin.Hinek rojname idîa dikin ku navbera Erdogan û serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu têk çûye û niha Erdogan dixwaze kesek din bînê şûna Davutoglu.Herweha îdiayek din heye ku ew kesên damezerê AKPê ne û niha ne di parlementoyê de ne û tu berpirsiyariyek wan di AKPê de nemaye dixwazin partiyek nû ava bikin.Ji bo Partiya nû navê serokkomarê berê Abdullah Gul, cîgirê serokwezîr yê berê Bulent Arinc û , cigirê serokwezîr û wezîrê berê Huseyin Çelik û herweha yek ji mejiyê ekonomiye Tirkiye Ali Babacan derbas dibe.Tê gotin ku dê Ali Babacan bibe serokê partiya nû.
Pêş
30/10/2026
Rewşa Partiya Nû di encam rapirsîna 3 Dezgehên Rapirsî nê de çiye?
30/10/2026
Bêyî nûbûna siyasî Îsrail dê asê bimîne…!
Balkêş e ?
Close


