Polîtîk

Barzanî li gel Nûnerê Neteweyên Yekgirtî axivî

Roja sêşem 09.02.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçe û Iraqê û her wiha qeyrana aborî û darayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê xistin ber behs û tekez li ser encamdana çaksazî û her wiha pêwîstî bi deng ve hatina civaka navdewletî û yarmetîdana Herêma Kurdistan û Iraqê kir.Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê ji bilî balkişandina li ser rewşa dijwara darayî ya Herêma Kurdistanê û erkê giranê xerciyên şer û hewandina koçberan, ronahî xiste li ser qeyrana darayî ku Iraq û Herêma Kurdistanê li xwe girtiye û Serok Barzanî li wan hewl û çalakiyan agahdar kir ku ji bo peydakirina çareseriyeke qeyranê û yarmetîdana darayî ya Bexda û Hewlêrê li gel Balyoz û Nûnerên welatên Ewrupayî û grûpa 7 encama daye. Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê nêrîna rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya di derbarê rewşa navxweya Iraqê û çawayiya çareserkirina giriftan bi Serok Barzanî ragihand.Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa wan metirsî û tehdidan kirin ku li paşarojê de egera rûdana wan ya li Iraq û navçeyê da heye û Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku gelê Kurdistanê ji bilî qurbanîdanekî zêde û dîrokeke dûr û dirêjê xebatê bi hemû şiyanên xwe ve hewl da ku aramî û pêkve jiyan û demokrasî û federaliyet li Iraqê da biçespê û sûre jî li ser daxwaz û mafên xwe û hîç cûre guvaşekî siyasî û aborî û serbazî û emnî nikarê wiha bike gelê Kurdistanê destberdarê maf û hêviyên xwe bê.Her li vê kombûnê da her dû alî di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kir.Hêjayî gotinêye li vê hevdîtinê de Sokol Kondî Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li bajarê Hewlêrê ku erk û karên wî bi dawî hatine, bi sedema dawî hatina erkên xwe yên li Hewlêrê spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema karkirinê da hêsankarî û hevkariyeke zêde ji bo rêxistinên wan yên ser bi Neteweyên Yekgirtî kirine û Serok Barzanî jî ji bilî destxweşiya li keda Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Hewlêr, hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû da xwest.

Back to top button