PAKê li gelek cihan salvegera avakirina Komara Kurdistanê bibîranî
PAKê li Batmanê , Mûşê , Amedê , Wanê û Stenbolê salvegera 70ê ya avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê bibîranî.PAKê roja 22.01.2016ê li Batmanê jibo bibîranîna Komara Kurdistanê ya Mehabadê çalakîyek lidarxist.Çalakîya bibîranînê li avahîya Teşkîlata Batmanê ya PAKê hate lidarxistin. Çalakî jibo şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê jî Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir axaftinek kir. Piştre dîmenên Mehabadê û belgefîlmeke li ser Mehabadê hate nîşandan.Piştî belgefîlmê wesîyeta Pêşewa Qazî Mihemed hate xwendin û bîranîn bi awayekî berhemdar bidawî bû.PAKê roja 22.01.2016ê li Mûşê ya PAKê jibo salvegera avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê semînerek lidarxist.Semîner li avahîya Teşkîlata Mûşê hate lidarxistin. Di semînerê de Endamê Meclisa Partîyê ya PAKê Hüsamettin Turan û endamê rêveberîya navçeya Navendî ya Mûşê ya PAKê Ziver Çakı wek axaftvan cih girtin.Semîner jibo şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpêkir. Paşê jî Serokê Teşkîlata Mûşê ya PAKê Cevdet Ayaz axaftinek kir. Piştre jî li ser dîroka Komara Kurdistanê Hüsamettin Turan û Ziver Çakı ji beşdarvanan re agahdarî pêşkêş kirin.Semîner piştî beşa pirs û bersivan bi awayeke berhemdar bidawî hat.PAKê roja 23.01.2016ê li Amedê salvegera avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi semînereke bibîranî.Semîner li avahîya Navenda PAKê ya Amedê hat lidarxistin. Rêveber , endam û dostên PAKê beşdarî semînerê bûbûn. Di semînerê de lêkolîner û rewşenbîrê Kurd Brusk Solduk wek axaftvan cih girt.Semîner bi axaftina Serokê Teşkîlata Amedê ya PAKê Hanifi Turan destpê kir. Paşe jî Brusk Solduk di derbarê dîroka Komara Kurdistanê ya Mehabadê de gelek agahîyên balkêş ji beşdarvanan re pêşkêş kir.Piştî axaftina Brusk Solduk , pirsên beşdarvanan semîner zindîtir kir. Semîner piştî beşa pirs û bersivan bi awayeke berhemdar bidawî hat.PAKê roja 23.01.2016ê li Wanê jibo bibîranîna salvegera avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê çalakîyek lidarxist.Çalakî li avahîya teşkîlata Wanê ya PAKê hat lidarxistin. Rêveber , endam û dostên PAKê beşdarî çalakîyê bûn. Çalakî jibo şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpêkir. Piştre jî çapemenîyê re daxuyanî hat dayîn.Daxuyanî bi Kurmancî ji alîyê endamê PAKê Ömer Seyitbekiroğlu û bi tirkî jî ji alîyê endamê PAKê Remzi Duman ve hat xwendin.PAKê roja 23.01.2016ê li Stenbolê jibo salvegera avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê semînerek lidarxist.Semîner li avahîya Teşkîlata Stenbolê ya PAKê hat lidarxistin. Di semînerê de Cihgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün û Mehmet Gül wek axaftvan cih girtin.Semîner jibo şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpêkir. Paşê jî Kasım Ergün û Mehmet Gül li ser dîroka Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji beşdarvanan re agahîyan pêşkêş kirin.Semîner piştî beşa pirs û bersivan bi awayeke berhemdar bidawî hat.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê