Berpirsekê bala yê Tevgera Goranê îstîfa kir
Berpirdekê bala yê Tevgera Goranê dest ji karê xwe berda, îstfa kir û dibêje ku zehemete di nav Goranê de mirov ji bo wan armancên Goran ji bo hatiye damezrandin, xebatê bike.Mihemd Hacî berpirsê ofîsa têkeliyên siyasî yê Tevgera Goranê bi nameyeke fermî destjikarkêşana xwe ji Tevgera Goranê ragehand û di daxuyaniyekê de ji NRT re dibêje:- Di nav Goranê de ya ku me xebat ji bo dikir û qurbanî jê re didan wisa derneket…. Hêviya endamên Tevgera Guranê ew bû ku, Tevgera Goran bi awayekî medenî û modern kar û çalakên xwe yên rêxistinî û hizbî di çarçoveya saziyên demokratîk û hilbijartî de encam bide, lê mixabin wisa nebû, ji ber hindê, ez ji Tevgera Goranê îstîfa dikim.Li dor destjikarkêşana Mihemed Hacî berpirsê ofîsa têkeliyên siyasî, sekreterê Civata Niştimaniya Goranê daxuyaniyek da û dibêje ku zêdetir ji du mehane seroaktiya Tevgera Goranê Mihemed Hacî ji kar derxistiye.Cemal Mihemed sekreterê Civata Niştimanî dibêje: – Ev zêdetir ji du mehane, ji ber çend sedemên taybet, me Mihemed Hacî ji karê wî derxistiye û beşdarî di tu civînên serokatiya Tevgerê de nekiriye.Weke tê zanên berî heyamekî du berpirsên din yên Tevgera Goran ku yek ji wan berpirsê devera Badînan û yên din jî Qaymeqam bo ji Tevgera Goranê îstîfa kiribû.