Civak

Qamişlo:– Di navbera Asayişa PYDê û Sotoro de şer derket

Li gora ku tura medya Rûdawê radigihîne; duh piştî nîvê şevê, di navbera hêzên Asayişa Qamişlo û hêzên Sotoro yên ser bi milîsên Hikûmeta Sûrriyê ve şer û pevçûn derketin. Di encama wî şerî de, çekdarekî Sotoro hat kuştin û çekdarekî Sotoro û 2 endamên Asayişê birîndar bûn. Di heman bûyerê de, çekdarên Sotoro gulle li sivîlan barandibûn û di encamê de endamekî şaxê Hilêliyê yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye PDK-S, bi navê Sîracedîn Ehmed Berazî jiyana xwe ji dest da. Roja duşemê derengî şevê, şer û pevşûn di navbera hêzên Nivîsgiha Parastina Siryanî (Sotoro) û hêzên Asayişa ser bi Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo desrketin û di encamê de çekdarekî Sotoro hat kuştin û çend endamên Sotoro û Asayişê birîndar bûn. Çavkaniyeke taybet ji bajarê Qamişlo ji Rûdawê re da zanîn, ku hêzên Sotoro tevahiya çadeyên ku diçin Taxa el-Wista li navenda bajarê Qamişlo bi barîkatan girtibûn û xalên kontrolê danîbûn daku tu kes bêyî destûra wan derbasî taxa ku pirraniya nişteciyên wê xiristyan in nebe. Çavkaniyê diyar kir ku dema hêzên Asayişê destêwerdan kirin daku rêyan vekin, hêzên Sotoro bi gulleyan bersiva Asayişê dabûn û di encamê de pevçûn di navbera herdû aliyan derketibûn. Çavkaniyê taybet bi Rûdawê aşkere kir ku di encama wan pevçûnan de, çekdarekî hêzên Sotoro bi navê Gabî Henrî Dawûd hatiye kuştin û çekdarekî din bi navê Gabî Corc Bersûm birîndar bûye. Derbarê ziyanên Asayişê, çavkaniyê da zanîn ku tenê du endamên Asayişê birîndar bûne û diyar kir ku birîndarên herdû aliyan li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin. Ji bilî kuştî û birîndarên pevşûnên herdu aliyan, bi gotina çavkaniyê, hêzên Sotoro çend hemwelatiyên kurd li Navenda bajarê Qamişlo gullebaran kirine û di encamê de hemwelatiyekî kurd şehîd bûye û 2 kesên din jî birîndar bûne. Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) û Serokê şaxê rojhilatê Qamişlo yê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), Şemdîn Nebî da zanîn ku endamê şaxê Hilêliyê yê partiya wan Siracedîn Ehmed Berazî, li ser destê çekdarên Sotoro hatiye kuştin. Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Aşûrî bo Mafê Mirovan ragihand ku hêzên Sotoro, ku bi gotina rewangehê ser bi Artêşa Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê ve ne, roja duşemê tevahiya cadeyên ku diçin taxa Elwista bi rêbend û barîkatan girtibûn. Li gorî Rewangehê, hêzên Sotoro bi hinceta parastina taxa Elwista ya Qamişloyê ji êrişên terorîstî û teqînên xwekujî ku pirraniya rûniştvanên wê mesîhî ne, tenê du dergeh di bin kontrola xwe de vekirî hiştibûn. Di 30ê Befranbar a 2015ê de li bajarê Qamişlo çend teqîn qewimîbûn û di encamê de 17 kes hatibûn kuştin ku pirraniya wan mesîhî ne. hêjayî gotinê ye ku du komên Siryanî bi navê Sotoro hene, yek ser bi Hikûmeta Sûriyê ve ye û yek jî ser bi Yekîtiya Siryanan ve ye ku beşdarî di nav Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de kiriye û hevpeymanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tê hejmarkirin. Bajarê Qamişlo ku weke paytexta Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, di warê ewlekarî de, di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser, hêzên Sotoro û milîsên Artêşa Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê de dabeşkirî ye. Tevî ku çavdêr û şopîner li Qamişlo tekez dikin ku hemahengî û lihevkirin di navbera tevahiya van hêzan de heye, lê carcaran, pevçûnên sînordar di navbera asayişê û milîsan de derdikevin berya ku careke din li hev bikin.

Back to top button