Civak

Hikûmeta Kurdistanê: Raste sala 2015ê salek dijwar bû lê sala serketinan jî bû

Hikûmeta Kurdistanê bi peyameke nivîskî sela nû li gelê Kurdistanê pîroz dike û dibêje ku raste sala 2015ê ji bo Kurdistanê, ji sedema êrîşên berdewam yên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê û şehîdbûna çendîn kurên egîd û mêrxasên vî welatî, herwesa, ji sedema berdewambûna kirîza êkonomî ya ku ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve bi ser herêma me de hatiye feriz kirin û lihevtênegihiştina siyasiya navxweyîya herêma Kurdistanê û ew aloziyên bi pey xwe de anîn, saleke pir derdesrî bû, lê di heman demê de di wê salê de gelek serkeftin hebûn û beşek mezin ji axa Kurdistanê ya ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibû dagîrkirinbi hîmeta û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê hat brizgar kirin.Ev li jêr teksta peyama hikûmeta Kurdistanê:Hevwelatiyên xweştiviyên KurdistanêBi minasibeta sala nû ya zayînî, em gerimtirîn pîrozbahiyan li we dikin û bibhêviya ku sala nû bibe sala zêdetir xweşî û tenahiyê ji bo welatê me.Em pîrozbahiyê li pêşmergeyên mêrxas di nav çeperên şeref û fedakariyê û malbatên serbilindên şehîdên rêya xebata kurdayetiyê dikin û em careke din tekîd dikin ku rola kurên wan hertim li bîra meye û ew hertim sembolên azadî û aramiya Kurdistanê ne.Sala 2015ê, ji sedema êrîşên berdewam yên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê û şehîdbûna çendîn kurên egîd û mêrxasên vî welatî, herwesa, ji sedema berdewambûna kirîza êkonomî ya ku ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve bi ser herêma me de hatiye feriz kirin û lihevtênegihiştina siyasiya navxweyîya herêma Kurdistanê û ew aloziyên bi pey xwe de anîn, ji bo gelê Kurdistanê, saleke pir derdesrî bû.Lê di heman demê de sala tomarkirina çendîn serketinên mezin bû li bereyên cenga dijî terorîstan û, bi hîmet û fedakariya pêşmergeyê mêrxasê Kurdistanê, sala rizgarkirina beşek mezin ji axa dagîrkiriya Kurdistanê ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve, bû.Em hêvîdar in di sala 2016ê de bikaribin bi ser hemû pirsgirêk û kirîzan de zal bibin û ev sal bibe sala serketina bi timamî bi ser teror û terorîstan de û xilasbûna pirsgirêk û kirîzên herêma Kurdistanê.Bi vê minasibetê, em we yên ezîz agadar dikin ku hikûmeta herêma Kurdistanê li ser xabatên xwe yên cidî yên ji bona çareserkirina hemû pirsan berdewam dibe û em we dilrehet dikin ku mafê tu kesî nafewite.Em, ji bo piştevanîkirina pêşmerge û alîkarîkirina gelê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞê, vegerandina tenahiyê ji bo herêma Kurdistanê, serketin bi ser terorîstan û azadkirina beşek mezin ji wê axa jêr destê terorîstan de bû, sipasiya welatên dost û hevpeyman dikin.Em sipasiya gelê xweragirê Kurdistanê dikin ku divê rewşê de liberxwe da û xweragirt. Em tekîd dikin, û em bê şikin, ka çawa gelê me rewşên dijwartir derbaskirine, dê vê rewşa heye jî derbas bike.Serokatiya civata wezîran31.12.2015Hewlêr

Back to top button