Nivîsar

Em nizanin (PKK) çi dixwaze, ceng dixwaze yan aşitî?

 Emîr Findî Gelê me li Bakur pir westiya ye, êdî nikare li gorî dilê (PKK) jiyana xwe berdewam bike.Gelê me li Bakur dixwaze bizane rêzdar Ocalan çi dibêje? Gelo ya ku Qereylan dibêje ew e ya ku rêzdar Ocalan dibêje?!.Piraniya gelê me di wê bawerê de ye ku konseya serokatiya (PKK) êdî nema guhdariya rêzdar Ocalan dike!.Rêzdar Ocelan di nava zindana Îmralî de girtî ye, lê gotinek heye ku ew daxwaza aştiyê dike, lê konseya serokatiyê ya ku PKK dagîr kiriye nema guhdariya wî dike û şer dixwaze!! Herwiha dengek heye ku ew lihevhatinê dixwaze, lê konseya serokatiyê ya ku destê xwe daniye ser PKKê, guh nade wî û duberekiyê dixwaze!!.Dengek heye ku dibêje rêzdar Ocelan di wê bawerê de ye ku Serok Barzanî dikare dewleta kurdistanê ava bike, lê Qereylan û hevalên wî ku îro PKKê dîlê wan e, nema guhdariya rêzdar Ocalan dikin û bi hemû şiyanên xwe ve dijberiya serok Barzanî dikin!! Gelo ew yek ji bo berjewendiya kê ye?!!.Dîrok bi tundî li ser dagîrkarên PKKê dinivîsîne, ku partiyeke wisa mezin û xwedî xebat û niştimanperwer kirine dujmin avakirina dewleta kurdistanê.Em bang li dilsozên PKKê dikin, ku rola xwe ya dîrokî di avakirina dewleta kurdistanê de bilîzin û ji Serok Barzanî re bibin palpişt di vê delîvê de. Baweriya me pir mezin e bi dilsozên PKKê ku dikarin partiya xwe ji nav destên qirêj derxînin û bikin stûnek pir hêz ji dewleta kurdistanê re.

Back to top button