Çima al û sembolên kurdî ji were xeter in?
Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî derbarê êrişa ser Ala Kurdistanê li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê de bi tundî rexne li PYDê girt û got: “PKK/PYD bi wan helwesta xwe xistine di heman çepera MHPê û Devlet Bahçeli de.”Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî ji Rûdawê re ragihand: “PYD û PKK xwe xistine kuncikek xirab û şaş ku dijatiya ala Kurdistanê û sembola netewî ya kurd dikin. Ew sembola Kurdistanê ye û ala Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed e ku emanetî Barzanî hatiye kirin, piştre li beşekî azad ê Kurdistanê hatiye qebûlkirin. Eger ala te nîne, asayî ye, lê belê tu nikarî dijatiya wê bike. Ev al, li cem beşeke mezin a kurdan sembol e.”Ewnî bang li PYDê kir û got: “Çima meşên Beisiyan li Rojava azad in û bêy îzna we birêve diçin, hûn dijatiya wan nakin, lê belê hûn dijatiya wê perçeyê kurdistanê yê serxwebûnxwazê dikin ku îtirafê bi ala Kurdistanê, komara Kurdistanê, dîroka Kurdistanê û nirxên netewî yên Kurdistanê dike.”Li ser îdîyayên destwerdana hêz û aliyên Başûrê Kurdistanê di Rojavayê Kurdistanê de jî Ewnî red kir, ku wan destwerdan kiribin û tekez kir, ku ew hewl didin piştgîriya Rojavayê Kurdistanê bikin.Elî Ewnî got: “Em destwerdanê nakin. Serok Barzanî gellek hewl dan ku PYD û ENKS lihev bikin û ji wê rewşa ku li devera Rojhilata Navîn hatiye pêş mifayê werbigrin û statuyekê ji kurdên Rojavayê Kurdistanê re bidest bixin.”Ewnî amaje bi metirsiya rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê kir û got, ku eger rewş bi wî awayî berdewam be, dibe ku kurd li Rojavayê Kurdistanê ti destkevtan bidest nexin û wiha got: “Niha PYD ne rêkeftinek bi Sûriyê re kiriye û ne jî bi dijbereyê re, ew rewş dê bi dawî were û gelê kurd li Rojava bi vî awayî nagihêje ti destkeftê.”Endamê Serkirdatiya PDKê di berdewamiya axavtinên xwe de rexne li siyasetên PKKê û PYDê girt û got: “Mixabin niha PKK û baskên wê weke PÇDK, PYD, YPG, HPG, PJAK, YPŞ ligel Dewlet Bahçeli û Îranê ketine çeperekê û dijatiya Ala Kurdistanê dikin. Sekinîna di heman çepera MHPê û Devlet bahçelî de şerm e. Ew li dijî me, gelo tu çima li dijî me yî?”Elî Ewnî daxuyaniya Kantona Cizîrê ya derbarê bûyerê de jî rexne kir û wiha ragihand: “Gelo çima Ala Kurdistanê gerek jibo ewlekariya we bibe xeter? Ma bombeyên atom di destê xelkê de bûn? Çima rêzgirtin li al û sembolên netewî û xebatkarên tevgera kurdî jibo we xeter in?”Elî Ewnî amaje bi hewldan bo çêkirina balansekê li Rojavayê Kurdistanê kir û destnîşan kir: “Me hewl dan. Rêkeftina Hewlêr a yekem, rêkevtina Hewlêr a duyem û rêkevtina Dihokê, wan îmza jî kir. Lê Salih Muslim li wir li Hewlêrê bû û serkirdatiya wan peyam da ku em îmzaya Muslim qebûl nakin û nûneratiya me nake û em biryara xwe bi serê xwe distînin. Gelo rêkevtin bi kê re tê kirin?”Ewnî anî ziman ku wan ji Başûrê Kurdistanê ve bi hemû awayî hemû curê alîkarî ji PYDê û Rojavayê Kurdistanê re şandine. Ewnî got: “PYD nikare înkar bike, ku çek jê re çûye, pere çûye, erzaq çûye û şandên wan hatine û çûne û nexweş û birîndarên wan hatine dermankirin.”