PDK:Ji bilî pirsgirêkan we ji bo gelê Kurdistanê çi kiriye?
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berisva daxuyaniya KCKê da û tekez kir ku, PDKê baca siyaseta şaş a KCKê dide, herwiha wek malpera fermî ya PDKê de hatiye wî gotebêjî diyar kirye ku “Ew nizanim bê çidxwazin û ne kes dizane bê ew çi dixwazin.” Ji aliyekî din ve dipirse kuku, çima ew naçin kêşeyên xwe li Tirkiyê çareser nakin û çima tên pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çêdikin.Daxuyaniya gotebêjekî binavê PDKê:Koma Civakê Kurdistanê (KCK) Îro 15 Kanûnê daxuyaniyek li ser rewşa siyasî belav kiriye, mixabin wek her demê bi zimanekî dijminane li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ew daxuyanî hatiye nivîsandin, hema her carekê ew rastî girftekê di siyaseta xwe de bên, bê dudilî bi neheqî behsa PDKê dikin jibo têkçûn û şikestina xwe pê veşêrin. Mîna ku ti karê wan tinebe jibilî ku dijatiya PDKê bikin û daxuyaniyan li dijî PDKê belav bikin, tu dibêje qey wan xwe terxan kirine bo durust kirina pirsgirêkan.Hatina Tirkan bo herêmê û deverê encama siyaseta şaş û xirab a we bû, ma wê PDKê hîna çi bike.? PDKê gelek kar û siyasetên we yên şaş ku we di derheqê gel û axa Kurdistanê de kirine veşartiye, hûn bûne çavkaniya pirsgirêk û serêşê bo xelkê Kurdistan û tevgera azadiya Kurdistanê, kes nizane û hûn bi xwe jî nizanin bê hûn çi dixwazin, ji bilî girft û pirsgirêkan we çi kiriye bo gelê Kurdistanê? başe hûn çima pirsgirêkan nabin nav Tirkiyê û ligel Tirkiyê çareser nakin.? Heger hûn nikarin di riwê Tirkiyê de bisekinin çima hûn pirsgirêkan bo Herêma Kurdistanê çêdikin?Ji bo ku gelê Kurdistanê zanibe we çi bi serê Herêma Kurdistanê kiriye û agahdarê beşekî biçûk ji zilm û sitema we bin, em navê 500 ji wan gund û deverên ku hûne bûne sedem ku ew dever û gund wêran bibin û jiyan di wan nemîne û xelik wan deveran çol bikin û hûn rê jî nadin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku xizmetguzariyan bighînin wan gundan, karê we bûye têkdana jiyana Kurdan û bi sedema we heta niha hejmarek mezin ji gundên Bakurê Kurdistanê jî bê jiyan mane, jiber siyaseta we ya şaş jî aramî û jiyana xelkê vê deverê têkçûye û penaber dibin, vêja bila bê nasîn bê we yan PDKê jiyana xelkê Kurdistanê xistiye metirsiyê.Gotûbêjek bi nave PKDê15.12.2015