CivakPolîtîk

Bi siyaseta xendeqan Kurdistan wêran dibe

Li Bakurê Kurdistanê encama siyaseta ji aliyê PKKê ve tê rêvebirin rê dide planên dewletê ku bi cih bibin.Eve demeke li hinek deverên Kurdistana Bakur “ xweserî“ hatiye ragihandin. Çekdarên PKKê li navçeyan hinek taxan kontrol dikin û xendeqan dikolin û li xendeqan teqemeniya bi cih dikin.Hêzên dewletê vê yekê dikin sedem û operasyona dikin. Ji berî operasyona , ji aliyê îdarê ve walî yan jî qeymekam derketina derve qedexe dike. Piştre polis û hêzên taybet dikevin van deveran û şer derdikeve. Gelek insanên sivîl têne kuştin.Xelk nikare nexweşên xwe bighînin nexweşxaneya, nikarin pêwistiyên xwe yên rojane pêkarin , nikarin dikanên xwe vekin, nikarin zarokên xwe rêkin dibistana, bi kurtahî bi tu awayî nikarin jiyana xwe ya rojane bi awayek pêwist berdewam bikin.Xelk di nava du agiran de dişewite û bê mecale.Ji bo vê yekê jî xelk ji malên xwe bar dikin, koçber dibin û jiyana wan têk diçe.Pirsa ku kî li himber vê yekê berpirsiyare tê holê. Bê guman aliyên şer dikin berpirsiyarin.HDP li himber van bûyeran bê desthilat e. Hinek ji HDPê ne razîbûna xwe li himber siyaseta xendeqan didin diyarkirin, lê tu bandora wan tineye.Erkê her aliyê siyasiye ku vê siyaseta ku zererê dide miletê kurd û Tevgera azadixwaz a Kurd mehkum bike. Bi zeleî li dijê vê siyasetê derkeve.Eger ev yek ji aliyê kurdan ve neyê kirin, bivê nevê dê heviya kurdan bibe dewlet bixwe. Ev yek karasetek siyasî ye ji bo aliyên siyasî li Bakurê Kurdistanê.Siyaseta xendeqa siyaseta, wêran kirina Kurdistanê ye.Siyaseta koçberiyê ye.Nûçe/ Analiz/Rojevakurd 

Back to top button