Li gora nûçeya Rûdawê DAÎŞ li devera Musilê Rûdaw qedexe kiriye.Di vê derbarê de Berpirsê Ragihandina Şaxa PDKê li Mûsilê Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Waliyê Mûsilê fermanek da ku êdî nabe ti kes li televîzyonan temaşe bike û malperên internêtê û bi taybetî Facebookê veke û her kesek jî wê biryarê bi cih neyne dê were cizakirin.”Memozinî berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: Li gorî xelkê nava Mûsilê, di wê fermana Waliyê Mûsilê de bi taybetî navê Rûdawê hatiye, ku nabe ti kes lê temaşe bike û malpera wê veke. Mebesta wan nîv milyon kurdên nava Mûsilê ye, ku heta guhdarkirina radyoya Rûdawê jî li wan qedexe kirin.”Wek tê zanîn Rûdaw li Kurdistana Rojava ji aliyê rêveberiya “kantona Cizîrê“ jî hatibû qedexe kirin.Ev yek balkêş e. Rûdaw bi xwe vê yekê çewe dinirxînê nayê zanîn. Hej di vê derbarê de berpirsên Rûdawê tu daxûyani nedane.
Pêş
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
02/06/2026
Koçber vedigerin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Rapirsînek balkêş..!31/05/2026


