Heliz
HELIZ JÎ DERKET Ev pirtûka helbestan a bi navê HELIZê, ji aliyê rêzdar Ebdulah Celanî ve hatiye nivîsandin.Ebdulah Celan, di sala 1946an de li gundê Cimzerqa girêdayê bi Misircê (Kurtalan) ve hatiye dinyayê. Diya wî Nazê ye û bavê wî Hecî Remezan ji eşîra Siloqan bavikê Fetikan in.Zaruktiya helbestvanî weke ya hemû zarûkên Kurdan li gundê jidayikbûna wî bihuriye û di 1953an de dev bi dibistana tirkî kiriye, pê re jî dersên xwendina Qurana pîroz xwendiye. Wekî din dema xwe, bi kar û xebatên gundane re bihurandiye.Di 1966an meha Adarê de çûye leşkeriya Tirkiyê û di 1969an de jî zewiciye, niha bavê heşt zarûkan e. Helbestvanê me çendî hin rojnameyan de xasma jî di rojnameya “KURTALAN EKSPRES GAZETESΔyê de salekê bê navbir hatine weşandin. Helbestên wî li hin beşên Kurdî yên zanîngehan jî bûne babetê lêkolîna xwendekarên Kurd. Helbestvanê hêja li herêma Xerzanê kesekî xuyanî ye û çi dema ku diçe civatekê jî, nas û dostên wî jê daxwaza xwendina helbestan dikin. Ji nivîsandina helbestan zêdetir, helbestvanî ev e 15 sal in ku Gotinên Pêşiyan jî berhev dike. Herweha çîrokên Folklora Kurdî yên herêma Xerzanê jî dinivîse û wan ji mirinê rizgar dike. Ev cara pêşî ye ku HELIZ li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCÎNARê ve hatiye weşandin.Di HELIZê de 45 helbestên babetcihê hene. Di wan de gelek gotinên watedar, Gotinên Pêşiyan, peyv û termên ji Çanda Kurdî cih girtine. Babetên di HELIZê de ev in li jêrê:1- REWŞ2- RÛMET3- HEYRAN4- HELIZ BORÎ5- SILAV6- ÇÊTIRÊ ÇÊTIRAN7- ROJBÛNA PÎROZ8- CEJNA ÎNÊ9- NAVDARIYA MISIRCÊ10- GUND11- PORÊ SPÎ12- JAR Û JAN13- SERXWEŞÎ14- SUHBET15- XWARINÊN BERÊ16- PARVEKIRIN17- REÇETE NIMÊJ18- TERKUS-SELAT19- ŞEVGERYAYÎ20- DERMANXANE21- SÎWAK22- CEJN23- ROJIYA HAVÎNÊ24- PISMAM25- DOXTOR26- GERMAVA XÊSTA27- PÊNÛS28- ZILM29- JIYAN30- TÊLEFON31- FERHENG32- KURTEÇÎROK33- ŞÎRET34- QEMPA XERZA35- QAYIŞA XWAR36- BERNAME37- LÎSTIKA PEYVAN38- GOTINÊN PÊŞIYA39- QERÎQETÛR40- PAPA41- TURBAN42- NÎŞE43- ÊŞA DIRANAN44- NEFS45- BELENGAZ Navnîşana xwestinê:[email protected]