Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şanda parlamenterên Sosyal Demokrat ên Awûstûrya ya di bin serokatiya Andreas Sheder de kir. Di hevdîtinê de şanda mêhvan dilxweşiya xwe bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û jiber serkeftina Hêzên Pêşmerge ya li hember terorîstan, pîrozbahiya xwe pêşkeşê gel û hikûmeta Kurdistanê kir. Şanda mêvan balkêşa ser hebûna hejmarek zêde yê penaberan li herêmê û ji ber pêşwazî û alîkariya penaberan spasiya gel û hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Şanda mêvan diyar kir ku divê civaka navdewletî ji bo penaberan zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê be û barê herêmê sivik bike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî rewşa eniyên şer bo mêvanan rave kir amaje bi wê yekê kir ku niha li eniyên şer senga hêzê di berjewendiya Pêşmerge de ye. Barzanî got serkeftinên dawî karîgerî li ser moralê Pêşmerge jî kiriye. Barzanî herwiha behsa rewşa Şingalê jî kir û diyar kir ku jiber şerê terorê beşek mezin ê Şingalê wêran bûye û ji bo ji nûve avakirina navçeyê daxwaza alîkariyê ji welatên Ewropayê kir. Di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan jî hate gotûbêjkirin.